Li Arjantînê di salvgera darbeya leşkerî de Kurd li qadan bûn

Li Arjantînê, paytext Buenos Aîresê di salvegera 41’an de mîtînga bi navê ‘’Nunca Mas (Careke dî qet na) mîtîngek hate organîzekirin, ku bi tevlêbûna bi 100 hezaran mirovî pêk hat, Kurdistanî jî di çalakiyê de hebûn.

Di mîtînga  Meydana Plaza de Mayo de ku ber li Qesra Seroktiyê Casa Rosada ye gelek sazî, dezgeh û rêxistinên demokratîk, sendîka amde bûn. Kurdên ku li Buenos Aîres dijîn jî li qadan bûn.
Girse berê sibehê li hemû kuçe û kolanên Meydana Plaze de Mayo civiyan, Kurdên li Bueos Aîres jî  li Kolana Gulanê stand vekirin.

Di standê de pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên bi Spanyolî hatin danîn û her wiha pirtûkên li ser Şoreşa Rojava û brûşûrên li ser Şoreşa Rojava jî hatin danîn. Alayên KCK, PKK, PJAK, YPG, YPJ’ê û alayên ku wêneyê Ocalan hebû hatin daliqandi. Çalakvanên mîtîngê eleqeyeke baş ji bo standê nîşan dan.

Di dema meşê de gelek Arjantînî yên ku di Komîteya Hevgirtina Kurdistanê de cih digirini li dijî Tirkiyê û Erdogan gelek dovîz hildan. Di meşê de bi Spanyolî dirûşmên ‘’Erdogan, tu qirêj î, tu dîktator î’’, ‘’Bijî Şoreşa Rojava’’ û ‘’Bijî Kurdistan’’ hatin berzkirin.