ROJANE
Hemû Nûçe
-
Erdogan gefan dixwe, li Ewropayê xwîn dirije
Piştî ku Serokkomarê Tirk Recep T. Erdogan gefê li Ewropayê dixwe, komên terorîst yekser dikevin nava tevgerê. Vê rastiyê duh jî xwe da der. Çend saet piştî gefa ku Erdogan li Ewropayê xwar, li Îngilîstanê êrîşekê rû da. -
Kîsên amûrên hilbijartinê, wê sibeha hilbijartinê radestî serokên sidoqan bikin
YSK, bi biryara nû, torbeyên ku pûleyên deng û amûrên din ên li nav ku 4 roj ji bo hilbijartinê mayî, radestî serokên sindoqan dikirin, sibeha hilbijartinê wê ji aliyê berpirsê avahiyê ve bê girtin û radestî serokên desteya sindoqan bikin. -
Platforma NA ya Fransayê: Em ê bersiva pêwîst a faşîzim û diktatoriyê bidin
Hevparên Platforma NA ya Fransayê, ji beriya xebatên dengdanyê ya k udi 27’ê Adarê de li Fransayê pêk were li paytext Parîsê civînek a çapemeniyê lidar xist. -
Meşa Êzidiyan gihişte Heerlenê
Meşa Dirêj a bi armaca protestokirina êrîşên hêzên girêdayî PDK’ê ya li ser Şengalê li bajarê Dûsseldorfê heta Brukselê hate destpêkirin gihişt bajarê Heerlen ê Hollandayê. Çalakgerên Meşa Dirêj roja 3. jî li pey xwe hiştin. -
Şervanên QSD’ê ber bi Tebqayê ve pêşve diçin
Şervanê QSD’ê yên ku di Pêngava Xezeba Firatê de cih digrin, ber bi Tebqayê ve pêşve diçin. -
Bi dagirkirina şaredariyan re propagandayên 'diktatoriyê' dikin
Şaredariyên ku AKP'ê bi qeyûm desteser kirî, propagandayên 'Erê' dike. -
5 girtî hatin sirgûnkirin
5 girtiyên ku li Girtîgeha Sêrtê di gireva birçîbûnê de bûn hatin sirgûnkirin. -
Li bajarokê Kerema şerên dijwar diqewime
Li rojhilatê bajarokê Kerema ku 20 kîlometre dikeve rojhilatê Reqayê, dinavbera Şervanên Xezeba Firatê û çeteyên DAIŞ’ê de şerên dijwar diqewime. -
Şaredariya AKP’ê ji bo ku cenaze neyê şuştin av qut kir!
Cenazeyê Kemal Kûrkût ê ku di Newroza Amedê de hate qetil kirin, li Meletiyê hate veşartin. Şaredariya AKP’ê ji bo ku cenaze neyê şuştin av qut kir! -
Girêvên birçîbûnê yên girtiyan ji hikûmetê hate pirskirin
Li 8 girtîgehan girêva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger didomin. Çelîk ê HDP’yî girêvên birçîbûnê ji wezîr Bozdag pirsî. -
Li çar welatan pîrozbahiya Newrozê: Teqez em ê bi ser bikevin!
Li Awûstûrya, Swîsre û Fransayê Newroz hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyan de li dijî dîktatoriyê peyman hatin dayin, slav li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK’ê hate kirin. -
Li Rûsyayê yekemîn agirê Newrozê li Krasnadarê hate vêxistin
Li Federasyona Rûsyayê yekemîn agirê Newrozê li bajarê Krasnadarê hate vêxistin. Ji xeynî Kurdan gelên din jî eleqeyeke mezin nîşanî pîrozbahiya Newrozê dan. -
Li zanîngeha Afrîkaya Başûr semînera ‘Kurdistanê’
Şandeya KNK’ê ya li bajarê Cape Town a Afrîkaya Başûr li gel hevdîtinên siyasî semînerên agahdarkirinê jî li dar dixin. -
Elmanya daxwaza firotina çekan a ji bo Tirkiyê red kir
Elmanyayê ragihand, Tirkiyeyê ji destpêka sala 2016'an û vir ve 11 caran xwestiye çekan ji wan bikire, lê belê bi sedema ku ji bo pirsa Kurd û kêşeyên navxweyî tepeser bike bi kar tîne, ev daxwaza Tirkiyeyê hatiye redkirin. -
Akademîsyenên hatin mişextkirin: Di NA'yê de siberojeke azad heye
Sûstam û Aykaç, du akademîsyenên ku neçar mane li mişextiyê bijîn, diyar kirin ku di referandûmê de gotina 'NA'yê wê were wateya parastina dewlemendiya Tirkiyeyê. -
Kartal: Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin û teqez bi ser bikevin
Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal, li bajarê Helsînborg ê Swêdê beşdarî civîneke gel a li ser referandûmê bû û nerazîbûneke tund nîşanî operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî gelê Kurd tên kirin, da. -
'Di 16'ê Nîsanê de wê dengê NA bi ser bikeve'
Prof. Baskin Oran, nivîskar Dogan Akhanli û rojnamevan Celal Başlangiç dibêjin, di referandûmê de wê dengê 'NA' bi ser bikeve û hikumeta AKP'ê jî serberjêr bibe. -
Li Stockholmê di Resepsiyona Newrozê de ji bo dengê 'NA' bang hat kirin
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Swêdê, bi wesîleya Newrozê li Stockholmê bi beşdairya nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl resespiyonek da. -
Pîrozbahiyên Newrozê yên li Ewropayê dewam dikin
Li Danîmarkayê çalakiyên Hefteya Newrozê didomin. Li bajarên Creîl, Evry û Parîsê yên Fransayê, li bajarên Lûzern, Basel, Bîel û Bernê yên Swîsreyê û li bajarên Heîlbronn û Wolfsbûrg ên Elmanyayê Newroz hat pîrozkirin. -
Adir: Newroza 2017'an bêhempa bû
Newroz bû Çiyager. Newroz Amedê gotina 'Encam çi dibe bila bibe wê bêhempa be' ya hevrê Çiyager piştrast kir. Çiyager li dijî polîtîkayên kujer, qirker û faşîst bû al, bû sembol. -
Li Lozanê civîna çapemeniyê ya bi mijara ‘NA’
Îro ji aliyê Platforma NA ya Swîsreyê ve li salona La Fraternîteyê daxuyaniya civîna çapemeniyê, ji aliyê namzetê Parlemeterê Kantonê ya Partiya Sosyalîst Îhsan Kurt ve hate kirin. -
Li Bûrsa, Çanakkale û Edeneyê coşa Newrozê
Di pîrozbahiyên Newrozê yên li Bûrsa, Çanakkale û Edeneyê de peyemên berxewdanê hatin dayîn. -
Egeyê di Newrozê de got serfirazî
Bi deh hezaran kesên ku li bajarên Egeyê, bi dengekî gotin “Na”. Di serî de li Îzmîr, Manîsa û Mûglayê ligel pêkutiyan bi deh hezaran kes daketin qadan û bi coş Newroz pîroz kirin. -
Piştî pîrozbahiyên Newrozê: 69 kes hatin binçavkirin
Piştî ku pîrozbahiyên Newrozê yên li Çewlig, Êlih û Îzmîrê qediyan, 69 kes hatin binçavkirin. -
Meşa Êzidiyan di roja xwe ya 2. de ye
Çalakgerên ku bi armanca protestokirina êrîşa PDK’ê ya li ser Şengalê, Meşa Dirêj a ji bajarê Dûsseldorf ê Elmanyayê dabûn destpêkirin, piştî meşa nêzî 35 km, gihiştin Heînsbûrgê û wê şevê li vir derbas bikin.