Pêşnûmeya ku ji aliyê parlementerê Îskoç Ben Macpherson ve bi navê “Ji bo Êzîdîyan edalet” hate pêşkêşkirin ji aliyê komê parlementoyê ve hate qebûl kirin.
Bi qebûlkirina pêşnûmeyê ve bi vê awayê tevlê biryara Kamaraya Avamê ya Brîtanyaya Mezîn a ku sala borî hatibû qebûlkirin bûn.
Di pêşnûmeya parlementoya Îskoçyayê erê kiriye de, tê xwestin ku ew çeteyên ku di komkujiyê de cih girtine li ber Dandgeha Cezayê ya Navneteweyî ya Lahey werin darizandin.
Di pêşnûmeyê de ji hukumeta Brîtanya ya Mezin tê xwestin ku ji bo pêşîgirtina binpêkirina mafê mirovan were girtin û mafê kesê din neyê bin pêkirin divê mexdurên komkujiyê wek penaber were qebûl kirin.
Hat ragihandin ku bi hewildana ew Êzîdiyên ku komkujiyê xilasbibûn û ji aliyê Netewên Yekbûyî ve wek Sefîrê Taybet hatibûn hilbijartin ev pêşnûme hatiye meclîsê.
Li ser navê gelê Êzîdî Nadîa Murad ji bo qebûlkirina pêşnûmeyê spasî parlementerên Îskoç kir. Murad, got ku “Ji aliyê parlementoya Îskoçyayê ve naskirina pêşnûmeya komkujiyê, dilê bi hezaran Êzîdiya ronîkir”