Dayikên Şemiyê daxwaza edaletê kirin û gotin 'NA'

Dayikên Şemiyê di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Ahmet Sanir ê di 15 saliya xwe de hat windakirin pirsîn.

Dayikên Şemiyê vê hefteyê jî li Qada Galatasarayê bi şîara "Kiryar diyar in, winda li kû ne" çalakî lidar xistin. Di çalaka 626'emîn a dayikan de, çîroka Ahmet Sanir ê 15 salî yê li Şirnexê di 1994'an de bi "torosa spî" ve hate revandin û careke din jê agahî nehat girtin, pirsîn û edalet xwestin.

Di çalakiya vê hefteyê de ewil parlamentera HDP'ê Pervîn Bûldan axivî û diyar kir ku ew careke din qêrîna xwe ya ji bo edaletê dubare dikin. Bûldan diyar kir ku li Şirnexê hê jî windakirin didome û wiha axivî: "Di salek û nîv de êş û pêkûtiyên Şirnexê nekişan nema lê ligel vê yekê jî Şirnex li ser piyan ma. Gel li Cizîrê peyama xwe di Newrozê de da." Pervîn axaftina xwe bi gotina "Me Ahmet ji bîr nekir û em ê ji bîr nekin" bi dawî kir.

'JI BO EM WE TEŞHÎR BIKIN LI VIR IN'

Birayê Kemal Bîlgîn ê di bin çavan de hate windakirin Îrfan Bîlgîn jî wiha got: "Armanca me ew e ku kujerên ku cenazeyan nadin malbatan derxînin holê. Derxistina pêşberî darazê. Lê der barê van kujeran de tiştek nehat kirin. Dibêjin dem li ser dosyayan borî ye. Ma ev edalet dê ji qesra we derkeve? Em ji bo ku we teşhîr bikin li vir in. Mirov li jêrzemînan hatin qetilkirin ji bo ku vê vebêjin em li vir in."

Keça Îbrahîm Demîr ê di bin çavan de hate windakirin Denîz Demîr jî di çalakiyê de axivî û got ku ew edaletê dixwazin.

'NA'!

Li ser navê Dayikên Şemiyê jî Umît Tekay Dîşlî vê hefteyê axivî û bal kişand li ser referanduma 16'ê Nîsanê. Dîşlî diyar kir ku ew weke şahidên nehiqûqiya li ser vî axê ji guhertina Qanûna Bingehîn a ku dê bê kirin re bibêjin "Na".

ÇÎROKA AHMED

Dîşlî piştre bal kişand li ser çîroka windakirina Ahmet Sanir û diyar kir ku wan Ahmet Sanir ê beriya 23 salan hatiye windakirin ji bîr nekirine û wiha axivî: "Çîroka Ahmet çîroka hovîtiya feraseta ku heq û hiqûqê nas nake ye."

Dîşlî wiha berdewam kir: "Şirnex di salên 90'an de cihê bi zorê windakirin, înfaz, ji helîkopteran mirov avêtin, bîrên mirinê, gundên ku hatin şewitandin û torosên spî bû. Di 1994'an de di meha adarê de Ahmet û hevalên wî ji Şirnexê dema ku bi meşê diçûn gund rastî torosekî spî hatin û 3 kesên bi çek ên li hundirê Torosê bi zorê Ahmet li wesayîtî siwar kirin û birin. Malbata ku bi derfetên xwe ji bo Ahmet bibîne têkoşiya agahiya ku Ahmet li ser riya Sîlopî û Cizîrê bi zorê xistina loqentaya Sînanê. Malbatê bi şahidan re hevdîtin pêk anî û hîn bû ku gundiyan kesekî nediyar li Goristana Dorukluyê definkirine. Malbat çû vir û xwest cilên kesê hatiye definkirin bibîne. Malbatê cilên bi xîwn ên ku keya nîşan daye nas kirin û fêm kirin ku kesê hatiye definkirin Ahmet Sanir e lê ji ber tirsê nekarîn serlêdaneke fermî bikin."

Piştî ku ber bi dawiya 2008'an ve bîrên asîtê yên BOTAŞ'ê hatin vekirin malbatê jî di 16'ê Adara 2009'an de serî li Serdozgeriya Komarê ya Sîlopiyê da û bûyer vegot xwest doz bê vekirin û testa DNA bê kirin. Ligel ku 8 sal derbas bû jî lêpirsînekî berfireh nehat meşandin.