Gelên Ereb, Suryan, Ermen banga ‘NA’yê kirin

Ji bo referandûma ku 16’ê Nîsanê li Tirkiyê were kirin li Ewropa dengdan 27’ê Adarê dest pê dike. Ereb, Elewî, Suryan, Asûrî, Ermenên li Ewropa ji bo referandûmê banga ‘na’’ dikin.

Alîkarê Serokê Federasyona Elewiyên Ereb Nîhat Nalcan, Hevseroka Kogreya Gel a Mezopotamya Numan Ogur, Nûnerê Ewropa yê Nor-Zartonk Alex Kalk li dijî dîktatoriya ‘yek zilamî’’ banga ‘NA’ kirin.

 ‘HÊZEKE WIHA DIVÊ NEKEVE DESTÊ YEK MIROVÎ’

Alîkarê Serokê Federasyona Elewiyên Ereb Nîhat Nalcan got heke wê referandûmek were kirin, destûr were guherandin divê mirovan bi pêş bixe, ev referandûm ketiye nav lêvên kesekî û ne pêkan e ku bi vî rengî demokrasî were hemdemîkirin.

Nalcan bi berdewamî got: ‘’Bi tayebetî birayên me yên Ereb ên Elewî ez bawer dikim ku mirovên ji mezhebên din, destûreke wiha ya demokratîk, mirovparêz  heq dikin û rêveberiya yek kesî wê tiştekî bi xwe re neyîne. Bi taybetî jî di referandûmê de divê her kes dnegê na bi kar bîne, xizm û dostên xew, mezheb, dînê wan çi dibe bila divê werin qanihkirin da ku dengê na bidin.’’

Slav li hevbajariyên min, gelên Tirkiyê û hemû mirovên ku li wî welatê xweş dijîn, hêvî dikim ku NA bi ser bikeve û mirov ji dema niha pêştir biçin.

‘HEMÛ GELÊN LI TIRKIYÊ DIJÎN LI SER WAN TALOKE HEYE’

Hevserokê Kongreya Gel a Mezopotamyayê Numan Ogur jî got ew gelên Asûrî, Suryanî gelek sedemên wan hene ku bibêjin na. Numar bi domadarî got, ‘’Di van demên dawî de li ser Xiristiyan, Ermen, Rûm û kêmarên din, Êzîdî û Elewiyan gef heye. Di serê wan de jî gelê Asûrî û Suryanî hene. Ne pêkan e ku em faşîzmeke wiha hişk û bê rêgez erê bikin. Kî bibêje erê bi Dewlet Bahçelî, Erdogan û DAIŞ’ê re xwedî heman fikrê ye. Pir bi zelalî em dibêjin, em ê bibêjin, NA.

Ogur got, ‘’ji bo gelên Enedoliyê û Mezopotamyayê azad û wekhev bijîn pêdivî bi demokrasiya radîkal heye û ev jî bi paradîgmaya Rêber Apo pêkan e. Gel ji bo ku bibin xwedî heqên wekhev, bi azadî bijîn divê ji bela faşîzmê xwe xilas bikin.’’

‘LI SER HEMÛ RENGÊN DIN GEFF HENE’

Nûnerê Nor-Zartong Alex Kalk jî diyar kir ku ew dibêijn na û sedmea wê jî wiha got: ‘’Em çima dibêjin na? Herî baş Ermen pê dizanin ku pergala yekzilamî, dîktatorî, rêveberiya zordar çi qasî ziyanê dikare bide gelan, ên dîtir. Em ji rabirduyê, ji mînakên wê yên dinyayê dizanin, di pergalên yekzilamî de, di dîktatorî de komkujî, qirkirin çêdibin.’’

Alax Kalk got: Ev çend salên dawî de em sîstema yek zilamî ya di serê wan de dijîn. Bi taybetî gelê Kurd jiya, bajarên wan hatin xirakirin. Êrîşên bi ser Rojava de hene, tenê li dijî destkeftiyên di nav Tirkiyê de na, li dijî Kurdên li derve jî pêleke êrîşê dane destpêkirin.

Kalk bi berdewamî got tiştên ku niha em dibînin tiştên ku em ê siberojê bijîn destnîşan dikin û got, em bawer nakin tiştên baş bibin: ‘’Em bawer nakin ku pergaleke demokratîk, mafê mirovan were, em bawer nakin ku gelên Tirkiyê, Kurd, Elewî û Ermen di şertên demokratîk de bijîn. Tenê wê mirinê, hêstirê çava, xwînê bîne û ji bo vê jî em dibêjin, Na.