Çalakî ji bo TV 10’ê: Yên serbilind wê bi ser bikevin!

Xebatkarên TV 10’ê ya ku hatibû girtin, xwestin ku televîzyona wan dîsa vebe.

25’emîn çalakiya nobedê ya ji bo TV 10’ê li Qada Galatasarayê hate lidarxistin. Di çalakiyê de pankarta “Kes nikare dengê Elewiyan, TV 10’ê bêdeng bike” hate vekirin û dirûşma “Kes nikare çapemeniya azad bêdeng bike”hate qîrîn. Dayîkên Şemiyê, rêxistinên Elewiyan û hunermendan piştgirî dan çalakiyê

‘HÛN NIKARIN VÎNA ME BIŞIKÎNIN’

Serokê Desteya Baweriyê ya Elewî Bektaşiyan Huseyîn Guzelgul daxuyaniya vê hefteyê da. Guzelgul diyar kir ku televîzyonên Elewiyan bi keda heram nehatiye ava kirin û got: “Îro hûn dikarin televîzyona me bigirin. Lê hûn nikarin vîna me bişikînin. Ev televîzyon bi şelandina dewletan ava nebû. Bi piştgirî, hevgirtina Elewiyan ava bû. Em dizanin dawiya vê zilmê heye û Yezît heta ku vî tiştî bibîne, em ê di Dara Nesîmî de bin.”

“WÊ TÊKOŞÎN BIGIHÊJE SERFIRAZIYÊ”

Guzelgul got, bi alîkariya dewletê camî tên ava kirin û mele ji van camiyan re tên şandin û ji xeynî sunnîbûnê dewlet alîkariyê nade tu baweriyê. Guzelgul wiha anî ziman: “Dixwazin keda me jî winda bikin. Lê wê têkoşîna TV 10’ê bigihêje serfiraziyê. Kesên bi rûmet û serbilind wê bi ser bikevin.”

Çalakî bi stranên hunermendên Elewî bi dawî bû.