ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li Dûîsbûrgê standên ‘NA’
Li bajarê Dûîsbûg ê Elmanyayê Platforma Na, aktivîteyên standan lidar dixe. -
Mersîn, Hatay û Konyayê jî deng dan: NA!
Newroz li Mersîn, Hatay û Konyayê bi coşeke mezin hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyan de ji bo referandûma 16’ê Nîsanê peyama 'NA' derket pêş. -
Newroza Stenbolê: Dem dema şoreşê ye!
Bi deh hezaran kes tevlî pîrozbahiya Newrozê ya li Stenbolê bûn. Di pîrozbahiyê de ev mesaj hat dayîn: "Li dijî hemû zextan, bindest, gel, karker û kedkar wê li hev bicivin û bi ser bikevin." -
Peyama Newrozê ya Egeyê: Teqez em ê bi ser bikevin!
Agirê Newrozê yê ku bi dirûşma ‘’Teqez em ê bi ser bikevin’’ li Îzmîr, Mugla û Manîsê hatî pêxistin bi coşî hate pêşwazîkirin. Li Aydinê walîtiyê deqe dawî qedexe anî û gel jî bi însîtatîva xwe wê Newrozê pîroz bike. -
Peyama Newrozê ya Demîrtaş û Yuksekdag
Demîrtaş û Yuksekdag bi wesîleya Newrozê peyam weşandin û gotin, "Em ê li pêşberî zilm û zaliman serî netewînin. Em ê rûmeta gelê xwe li her derê biparêzin û teqez bi ser bikevin." -
Di pîrozbahiyên Newrozê yên li derveyî welat de peyama ‘NA’
Kurdistaniyên li derveyî welat û dostên wan Newrozê bi rengên cihê pîroz kirin. Di pîrozbahiyan de ji bo referandûmê ku wê dîktatorî were dengdan bangên ‘NA’ hatin kirin. -
Li Stenbolê, gel guh nade astengiyên polîsan
Li Stenbolê, polîsên Tirk ji ber pankartan xwestin pêşî li HDP'yiyan bigirin û nehêlin bikevin qadê. Lê belê gel astengiya polîsan nas nekir, ji bendan derbas bû û xwe gihand qadê. -
Li Stenbolê gel ber bi Meydana Kartalê ve dimeşe
Li Stenbolê, welatiyên ku dixwazin tevlî pîrozbahiya Newrozê bibin, tevî flamayên bi nivîsa 'NA' ber bi Meydana Kartalê ve dimeşin. -
Koordînasyona Meclîsên Gundên Êzîdî yên Bakur: Newroz pîroz be!
Koordînasyona Meclîsên Gundên Êzîdî yên Bakurê Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî Newroz pîroz kir. -
Kurdên li Ermenîstanê Newroz pîroz kirin
Li Ermenîstanê navçeya Oktoberiyan Êrîvan gundê Araksê Kurdistaniyan agirê Newrozê pêxistin û Newroz bi coşî û kelecanî pîroz kirin. -
Girtiyên jin ên di greva birçîbûnê de ne bang kirin: Tevbigerin!
Girtiyên li girtîgeha Sîncanê ya Jinê ketine greva birçîbûnê bang kirin û gotin, "Temaşekirina li komkujiyên îro wê sibe êrîşên hê mezintir xwe bi xwe re bîne. Ranewestin, tevbigerin." -
Pîrozbahiyên Newrozê yên li Ewropayê
Bi wesîleya Cejna Newrozê li gelek welatên Ewropayê meşên bi meşaleyan hatin lidarxistin. -
Li Parlamenta Danîmarkayê Konferansa Newrozê hat lidarxistin
Di çarçoveya çalakiyên Hefteya Newrozê de, Komeleya Dostaniyê ya Danîmarka-Kurd "Kurdisk Forûm" li avahiya parlamentê Qesra Chrîstîansborgê konferansek li ser Newrozê lidar xist. -
Yîgîtalp: Newroza Amedê wê bersivê bide zîhniyeta tekparêz
Çend saet beriya destpêkirina pîrozbahiya Newrozê ya li Amedê, Parlamentera HDP'ê Sîbel Yîgîtalp ji ANF'ê re axivî û diyar kir, Newroza îsal wê bersivê bide zîhniyeta tekparêz. -
Xebatên ji bo dengê 'NA' yên li Wûppertalê dewam dikin
Li Ewropayê, roja dengdana ji bo referandûma serokatiyê nêzîk dibe. Li bajarê Wûppertal ê Elmanyayê, Platforma NA xebatên xwe yên ji bo dengê 'NA' bi çalakiyên cihêreng didomîne. -
Ji Partiya Kesk a Elmanyayê peyama Newrozê
Hevserokê Partiya Kesk a Elmanyayê Cem Ozdemîr, diyarkir ku Newroz serkeftina ronahiyê ya li dijî tarîtiyê, ya Kawa ya li dijî Dehaq e. -
Ji SPD’ê ji bo gelê Kurd peyama Newrozê
Di peyama bi dîmen a ji aliyê SPD’ê ve ku hevkarê desthiltdariya Elmanyayê ve hate weşandin, di serî de Newroz gelê Kurd û hemû gelan pîroz kir, destnîşan kir ku Newroz roja daxwazkirina azadî û aştiyê ye. -
Li 4 Navenda Newroz hate pîrozkirin
Li Ewropayê li gelek navendan Newroz bi çoş û kelecan hete pîrozkirin. -
MBÛ: Em Newroz gelê Kurd pîroz dikin
MBÛ ya ku têkildarî Newrozê daxuyaniyek da, wiha got: “Ruhê azadiyê yê li Rojhilata Navîn zindî bûyî, ji Geliyê Nînovayê heta Şengal, ji Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê het Tirkiyeyê, li Kurdistanê jîn daye.” -
Hevserokê HDP’ê yê Mîlasê Kamûran Dogan hat girtin
Hevserokê HDP’ê yê Mîlasê Kamuran Dogan ê 3 roj berê li Mûglayê hate binçavkirin, bi îdîaya "Endamê rêxistinê" hate girtin. -
Meşa Êzidiyan a ji Dûsseldorfê ya ber bi Brukselê destpê kir
Êzidiyên li Ewrûpayê dijîn, ji bo protestokirina êrîşên PDK’ê yên li ser Şengalê, ji bajarê Dûsseldorf ê Elmanyayê, ber bi paytexta Yekîtiya Ewrûpayê Brukselê dimeşin. -
Şervanên Xezeba Firatê El Mehmediyê rizgar kir
Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê Navenda belavkirina avê ya El-Mehmediyê ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin. -
Tûncel: Ev Newroz wê bibe Newroza berxwedan û hêviyê
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tûncel ku li girtîgehê rehîn tê girtîn peyamek ji bo Newrozê şand û got: "Ev Newroz wê bibe Newroza berxwedan û hêviyê. Li rexmê hemû zext û zilmê, ji bo avakirina pêşeroja xwe ji nû ve em agirê Newrozê geş dikin." -
YPS: Divê li her derê em ber bi azadiyê ve bimeşin
Di peyama Newrozê de ya ku Koordînasyona Giştî ya YPS’ê belav kir de wiha hate gotin: “Divê li her derê em li ber xwe bidin û ber bi azadiyê ve bimeşin.” -
Newroza li Stenbolê wê li meydana Kartalê bê pîrozkirin
Komîteya Amadekar a Newrozê ragihand, Newroza li Stenbolê wê sibe li meydana Kartalê bê pîrozkirin û bang li gelê Stenbolê kir, ku tevlî pîrozbahiyê bibe.