Fermandariya YBŞ’ê, bi boneya salvegera PêngavaTolhildanê ya Şehîdên Şîloyê daxuyaniyek nivîskî da.
Fermandariya YBŞ’ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser van xisûsan:
“Li dijî çeteyên qirker û destavêt, di nava bêderfetiyên pir kêm de, di demê herî lezgîn û bi êş ên gelê xwe yên Êzidî her kêliya ku me destpêkir, bi qehremaniyên destanî û saleke tijî ji berxwedanê û leheng dan avakirin didomîni. Li dijî fermana 73’an û qirkirinê ya li ser gelê herî qedîm ê Rojhilata Navîn û xwedî çandekî pîroz di kesayeta Şengalê de ji nû ve jîn girt.
Heval Şehîd Şengal di demê ku Êzidî û Şengal bi qirkirin û qetlîamekî mezin re rû bi rû bû, mil a milê berxwedana hêzên azadiya Kurdistanê ya dayîn destpêkiri. Yek ji kes di nava damezirandina YBŞ’ê de cih girt. Di demê herî zor û zehmet de Şengal ne terikand, bû navê mîrasê berxwedanê yê her kêliyê waneykê jê bigire û jiyanê. Hevalê Şengal ê ku di roja destpêk di nava berxwedana Şengalê de cih girt, bi têkoşîn û jiyana xwe bû beriva ku wê çawa bijî û şer bike, wê çawa nêzîkî berpirsyariyên dîrokî yên Civaka Şengalê bibe. Hevalê Şengal bi dil rehmî, kedkar, dirûst û cesareta xwe cihê xwe di dilê her hevalekê de çêkir, li Şengalê bû yek ji kadroyên pêşeng ên berxwedanê.
‘EM Ê ALA WAN BI SERKEFTINÊ LI BA BIKIN’
Hevalê Şengal ê ku ser xeta berxwedanê ya Şehîd Bêrîvanan û Şehîd Berxwedanan meşiya, li dîroka berxwedana Şengalê navê xwe bi tîpên zêrîn da nivîsandin, bi boneya 1. salvegera şehîdbûna wan bi minet û rêzdarî bibîr tînin, ala ku dewrî me kirî, di oxira wê de canê xwe feda kirin, di serkeftina hêvî û hesreta wan de em ê li ba bikin. Di kesayeta Şehîd Şengal Şengalî û Rojhat Alî ên di Pênava ‘Tolhildana Şehîdên Şîlo’ de şehîd ketîn û hemû hevalên xwe yên jiyana xwe ji dest dane bibîr tînin, heta dawiyê em ê girêdayî bîranînê wan bin, Em bang li hemû gelê xwe dikin ku li ser xeta berxwedanê ya şehîdên birûmet bibin yek, li ser bingehê azadî û xweseriya Şengalê têkoşînê bilind bikin”