Li Kobanê ji bo Kaytan û Altûn merasîma sersaxiyê hate lidarxistin
Şêniyên Kantona Firatê bi merasîmeke heybet şehîd Alî Haydar Kaytan û şehîd Riza Altûn bi bîr anîn û konê sersaxiyê ji bo wan hat vedan.
Şêniyên Kantona Firatê bi merasîmeke heybet şehîd Alî Haydar Kaytan û şehîd Riza Altûn bi bîr anîn û konê sersaxiyê ji bo wan hat vedan.
Bi sedan şêniyên Kantona Firatê, endamên sazî û dezgehên girêdayî Rêveberiya Xweser, saziyên rêxistinên jin bi merasîmeke girseyî û bi heybet şehîd Alî Haydar Kaytan (Fûat) ê di 3’ê Tîrmeha 2018’an de, şehîd Riza Altûn ê di 25’ê Îlona 2019’an de şehîd bû, li Pakrewangeha Şehîd Dîcle bi bîr anîn. Li qada şehîd Egîd a bajarê Kobanê jî konê sersaxiyê hat vedan.
Di merasîmê de, deqeyek rêz ji bo giyanê şehîdên azadiyê hat girtin, pişte hevserokên Partiya Yekitiya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Xerîb Hiso sersaxî ji malbata her du pêşengên azadiyê re xwest û bejna xwe bi rêzdarî li ber giyanê wan tewand.
Xerîb Hiso anî ziman ku ev her du şehîd hevalê Rêber Apo yê destpêkê ne û got: "Şehîd Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn bi Rêber Apo re ji bo desmokrasî, wekhevî, edalet û mafê gelan têkoşîneke bê hempa dan meşandin. Ji bo hemû gelê Kurdistanê sersaxiyê dixwazim, her wiha em sersaxiyê ji bo hemû kesên ku ji bo azadiyê têkoşîn dikin û malbatên her du şehîdan dixwazin."
Di berdewamiya axaftinê de Xerîb Hiso diyar kir ku şehîd Alî Haydar Kaytan û şehîd Riza Altûn ji bo azadiya Kurdistanê jiyana xwe kirin tijî têkoşîn û heya dawiyê li ber xwe dan û wiha got: "Şehadeta her du lehengan dibe pêvajoyeke nû ya ji bo aştî û wekheviya Kurdistanê. Ev pêvajoya nû, pêvajoya dawî anîna şer e. Piştî banga dîrokî ya Rêber Apo, pêvajoya nû destpê kir, PKK’ê ji bo aştî û demokrasiyê çek danîn û xwe ji aştiyê re zelal kirin, lê dewleta Tirk hîna ne zelale divê ew jî xwe zelal bike. Partiya PKK’ê partiya herî xurt e, ew ji bo azadiya gelê Cîhanê jiyana xwe kirin tijî têkoşîn."
Merasîm bi berzkirina dirûşmeyên "Şehîd namirin", "Bijî berxwedana gerîla" û "Bê Serok jiyan nabê" bi dawî bû.
Her wiha piştî merasîma bi dawî bû, şêniyan berê xwe dan konê sersaxiyê ya ji bo şehîd Alî Haydar Kaytan û şehîd Riza Altûn a li qada şehîd Egîd a bajarê Kobanê hatiye vedan.
Li vir jî wêneyên Rêber Apo û wêneyên şehîd Alî Haydar Kaytan û şehîd Riza Altûn di konê sersaxiyê de hatibûn daliqandin.
Di konê sersaxiyê de hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê Mihemed Bozî, Rêveberiya Meclîsa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk a Kantona Firatê Bedîa Miho û endama Koordînasyona Kongra Star a Kantona Firatê Macîde Hesûn axivîn.
Di axaftinên wan de hate diyar kirin ku ew bi saya têkoşîna PKK’ê gihiştin mafên xwe û bi awayekî aştî û demokasiyê jiyan dikin. Her wiha hate bilêvkirin ku ew sersaxiyê ji Rêber Apo, malbata şehîd Alî Haydar Kaytan û şehîd Riza Altûn û gerîlayên azadiyê re dixwazin û hate ragihandin ku ew ê li pey xeta Rêber Apo bin heta ew digihijin azadiya xwe û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo.
Di bin konê sersaxiyê de dirûşmên "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin.
Wê konê sersaxiyê heta nîvro saet 2:00 berdewam bike.