Şaredariya Bûlamê navê Sirri Sureyya Onder li kolanekê kir
Şaredariya bajaroka Bûlam a Semsûrê navê Endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder ku di 3’ê Gulana 2025’an de jiyana xwe ji dest da, li kolanekê kir.
Şaredariya bajaroka Bûlam a Semsûrê navê Endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder ku di 3’ê Gulana 2025’an de jiyana xwe ji dest da, li kolanekê kir.
Şaredariya bajarokê Bulam a Semsûrê navê kolanekê guherand û navê endamê Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sirri Sureyya Onder li kolanê kir. Di 7’ê Gulana 2025’ê de, şaredariya ku di bin rêveberiya DEM Partiyê de ye, bi biryareke yekdengî navê kolana ku weke "Kolana Şaredariyê" tê zanîn guherand û bû "Kolana Sirri Sureyya Onder."