Li Dusseldorfê meşa ‘NA’ destpê kir
Li Dusseldorfê, meşa NA ya ku bi şîara ‘Ji dîktadoriya yek kesî, faşîzm û serokatiyê re NA’ destpê kir.
Li Dusseldorfê, meşa NA ya ku bi şîara ‘Ji dîktadoriya yek kesî, faşîzm û serokatiyê re NA’ destpê kir.
Li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê bi pêşengtiya Platforma NA meşa ‘Ji dîktadoriya yek kesî, faşîzm û serokatiyê re NA’ bi beşdariya hezaran kesan ve destpê kir.
Gel di saet 14’an de li ber DGB Hausê kombûn, bi durişmên “Terorîst Erdogan”, “Li dijî faşîzmê mil bi mil”, “Bimire faşîzm” berz kirin û ber bi qada Johhannes Rau Platz a ku wê mîtîng lê pêk were dimeşin.