Rewşa tenduristiyê ya girtiyên di girêva birçîbûnê de ber bi nebaşbûnê ve diçe

Li girtîgehan girêva birçîbûnê didome. Rewşa tenduristiyê ya girtiyan ber bi nebaşbûnê ve diçe.

Rewşa tenduristiyê ya girtiyên ku bi mebesta tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd rabe û amborgaya li ser gundan rabe dest bi girêva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin gihaşte sînorê rîskê.

Li girtîgeha Şakran Îzmîr, Edîrne, Sîncan û Wanê girêva birçîbûnê didome. Bi heman daxwazan girêva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku girtiyan li hemû girtîgehan dane destpêkirin kete roja 11’an. Girêva birçîbûnê ya ku li Şakranê 15’ê Sibatê dest pê kirî li hemû girtîgehan belav dibe, li Şakranê girêva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kete roja 39’an.

Li Girtîgeha Sincan a Enqerê jî 7 jinên girtî yên bi navê Sosin Şengul, Jiyan Ateş, Nîlûfer Şahîn, Fatma Gokhan, Leyla Uyanik, Şivekar Ataş û Rihan Kavak 23’yê Sibatê ketin girêva birçîbûnê. Di rapora Şûbeya ÎHD’ê yaEnqerê de hate gotin: ‘’Ji roja ku dest pê kirine li ser serlêdana ÎHD’ê ya malbatan bi metirsiya ewlehiya jiyanê Komîsyona me jî ji hêla parêzerên xwe ve bi awayekî perîyodîk serdanên xwe kirine.’’

TANSÎYON KÊM DIBIN Û LI XWE DIŞKÎNIN

Di raporê de bal hate kişandin ser rewşa girtiyên ku ji 19’ê Sibatê ve ketine girêva birçîbûnê û hate gotin: ‘’Diyar bû ku rajêna Sosin Şengul carinan kêm dibe û carinan zêde dibe, 4 kîloya li xwe şikandiye; rajena Jiyan Ateş tim kêm dibe û 4 kîloyan li xwe şikandiye; rajêna Nilûfer Şahîn 7-8 e û 5 kîlo li xwe şikandiye; rajena Fatma Gokhan 7-8 e û 3.5 kîlo li xwe şikandiye; rajena Leyla Uyanik tim kêm e û 3 kîlo li xwe şikandiye; rajea Şivekar Ataş tim kêm e û 4 kîlo li xwe şikandiye; Rihan Kavak jî rajena wê tim kêm dibe û 4 kîlo li xwe şikandiye’’

ŞAKRAN

Li Şakranê ji beşa T3 girêva birçîbûnê de girêva îhsan Bakaç, Ozgur Guçlu, Aslan Îlhan , di T2’yê de jî ya Eren Tekîn, Sînan Ekmekçî, Mustafa Akar, Cengîz Dogan, Necdet Kaya, Erhan Aryuz, Murat Duman, Kasım Ozdemîr berdewam dike.

Piştre ji T4’an ev girtî ketin girêvê: Nayif Yargın, Veysî Kaya, Yusuf Ozdemîr, Muhamed Bru, Abdullah Aksu, Şivan Bîlîk, Ronî Yavuz, Ahmed Azad Hacîhamir.

Dîsa 25’ê Sibatê girtiyên jin ên bi navê Cîhan Asî, Derya Moray, Meryem Soylemez, Huriyet Dogan û Mahsûme Sedal tevlî girêvê bûn.

Jİ T4’ê jî ji 22’yê Adare veHasan Kasim, Enver Ahmet, Serkan Şahîn, Mehmen Emîn Dag ve Devran Makas di nav de 7 kes ketine girêvê.

 EDÎRNE Û WAN

Girêva birçîbûnê ya Girtîgeha Edîrne Tîpa F kete roja 30’î. Navê çalakvanan: ‘Samî Geylanî, Alî Kurt, Mazlum Bataray, Zerdeşt Oduncu, Ramazan Kizildag, Enver Baysal, Bulent Ozturk, Îsmaîl Derviş, Huseyin Bîlecan,Îbrahîm Nilufer, Erdal Emeç, Î. Wezîr Abbasovîç, Şeyh Davut Başkan, Mehmet Zahit Şahin, Yahya Ozman û Necat Oztekin.

Li Wanê jî girêva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kete roja 16’an. Tê gotin girtiyên ku ji roja pêşî ve dest bi girêvê kirine rewşa wan ne baş e.