Parîs ji 4’emîn Festîvala Çanda Kurdî re amade ye
Bajarê Parîs ê Fransayê wê mazûvaniya 4’emîn Festîvala Çanda Kurdî bike, ya ku wê bi pêşengtiya Konseya Demokratîk a Kurd a Fransayê were lidarxistin.
Bajarê Parîs ê Fransayê wê mazûvaniya 4’emîn Festîvala Çanda Kurdî bike, ya ku wê bi pêşengtiya Konseya Demokratîk a Kurd a Fransayê were lidarxistin.
Festîvala ku wê di navbera 17-23’yê Gulana 2025’an de were lidarxistin, bi hevkariya Weqfa Danielle Mitterrand, Şaredariya Parîsê, Şaredariya Parîsê ya Herêma 10’emîn, Şaredariya Montreuil, Komeleya Piştevaniya Kurdistan û Fransayê, Enstituya Lêkolîn û Ramanê ya Kurdistanê (IREK) Komeleya Çand û Hunera Kurdî (ACK) were lidarxistin.
Bi vê çalakiya girîng li hin bajarên li herêma Parîs û Île-de-Franceyê danasîna dewlemendiya çanda Kurdî tê armanckirin.
Festîval ji bo danasîn û xurtkirina mîrateya çanda Kurdan ku yek ji qedîmtirîn gelekî Mezopotamyayê ye, derfeteke mezin pêşkêş dike.
NAVEROKA BERNAMEYÊN FESTÎVALÊ
Merasîma Folklorîk (17’ê Gulanê, 13.00- CDK-PARÎS): Festîval wê bi meşa heya Şaredariya Parîsê ya Herêma 10’emîn bi cil û bergên rengîn, govend û muzîkên gelêrî dest pê bike. Tê payîn ku beşdarvan cil û bergên gelêrî li xwe bikin.
Merasîma Vekirinê (17’ê Gulanê, 15.00- Parîs- Şaredariya Parîsê ya Herêma 10’emîn): Di merasîmê de piştî axaftinên pêşwazîkirinê wê pêşaniyeke govend û muzîkên gelêrî were pêşkêşkirin.
Xwarinên Kurdan (18’ê Gulanê, 1200- Cafe A) Wê xwarinên Kurdan li gel şîroveyên aşpêjeke navdar bi awazên Dengbêjiyê re werin pêşkêşkirin. Her wiha wê pêşangeheke têkildarî zimanê Kurdî jî were lidarxistin.
Stand-Upa Mûrat Batgî (19’ê Gulanê, 19.00- CDK-PARÎS): Pêşengê komediya stand-upa Kurdî Mûrat Batgî piştî 10 salan dubare vedigere ser dikê.
Festîval wê bi konser, çalakiyên ji bo zarokan û pêşangehan tevahiya hefteyekê çanda Kurdan bide naskirin.
23’yê Gulanê jî wê konsera fînalê were lidarxistin. Wê ‘Koma Ma’ ya ciwanên Amedî û hunermendên Kurd ên cuda derkevin ser dikê.
Ev festîvala ku wê li Parîsê bê lidarxistin, ji aliyê danasîna çand û dîroka Kurdan ve derfeteke mezin pêşkêş dike.