Li Parlamentoya Ingiltereyê rexneyên tund li Tirkiyeyê

Komîteya Karên Derve ya Parlamentoya Ingiltereyê diyar kir ku referandûma Tirkiyeyê wê ne dadmend û azad be, ‘Erê’’ wê felaketê bîne.

Komîteya Karê Derve ya Parlamentoya Ingiltere têkildarî Tirkiyeyê raporeke rexneyan û hişyarîdayinê amade kir.

Rapor dema ku Wezîrê Karê Derve yê Ingiltere Borîs Johnson hate Tirkiyê bi hevdemî hate ragihandin.

Di raporê de hate gotin: ‘’Zor e ku mirov li Tirkiyeyê referandûmeke dadmend, azad û pêbawer bibîne. Ne kar û barê Ingilterê ye ku bibêje gelê Tirk çawa deng bi kar bînin lê tercîhên şaş xwedî wê potansîyelê ne ku dikarin bobeletên ji sînorên Tirkiyeyê derbas bikin jî bi xwe re bînin.’’ Di raporê de hate gotin têkiliyên baş ên bazirganiyê yên bi Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan re ji hêla mafê mirovan ve wê ziyanê bide îmaja Ingiltere.

'WÊ REFERANDÛMEKE NE DADMEND Û AZAD BE'

Di raporê de wiha hate gotin:

‘’Di rewşeke wiha de ku hewl tê dayin medya, wekîlên muxalîf û saziyê civaka sivîl ên ku rexne li hikûmetê tînin têne bêdengkirin û girtin, pir zor e ku referandûmeke ne dadmend, azad û pêbawer pêk were’’

 ‘WELATÊ KU FIKARAN ÇÊDIKE’

Komîteyê dengê li Serokwezîr Therese Maye kir û got Ingiltere ji bo ku Ingiltere bi Tirkiyeyê re têkiliyên stratejîk deyne xemên xwe yên li ser mijara mavê mirovan paşguh kiriye û xwest ku Karê Derve yê Ingilîz ji hêla mafê mirovan ve têxe nav lîsteya wan welatan ku fikaran çêdike.