Ji bo nexweşê dil Polatli edalet hate xwestin

Li Stenbolê di çalakiya Komeleya Mafên Mirovan de hat xwestin ku girtiyê bi navê Mûstafa Omer Polatli yê ku nexweşê dil e, were berdan.

Komîsyona Girtîgehê ya Komeleya Mafên Mirovan a Şaxa Stenbolê, li ber Qada Galatasarayê ji bo balê bikişîne ser girtiyên nexweş, hefteya 261’emîn a “Rûniştina F’yê” lidar xist.

Di çalakiyê de wêneyên girtiyên nexweş hatin hildan û pankarta “Bila Mûstafa Omer Polatli were berdan” hate vekirin.

Di çalakiyê de grevên birçîbûnê yên girtiyan hatin bi bîr xistin û çalakvanê mafên mirovan Tûncay Yigit daxuyanî xwend. Yigit bal bir ser vî tiştî ku, bi Rewşa Awarte re binpêkirina mafan zêde bûye û girtîgeh bûne navendên îşkenceyê.

Yigit diyar kir ku, Mûstafa Omer Polatli (22) bi nameya ku ji Girtîgeha Tîpa H’yê ya Erziromê şandiye, rewşa xwe vegotiye. Yigit got ku, di dilê Polatli de ji zikmakî ve 2 kun hene û dema li derve bûye bi ameliyatekê kunek hatiye pîne kirin û ya din jî hatiye dirûtin.

Yigit ragihand ku, Polatli ji ber ku beşdarî meşekê bûye, 13 sal û 9 mehan ceza lê hatiye birrîn û nameya Polatli xwend. Polatli di nameya xwe de qala nexweşiyên xwe yên tenduristiyê kir û got ku ev nexweşî di girtîgehê de kûrttir bûne.

Yigit desnîşan kir ku, Polatli beriya ku têkeve girtîgehê, ji nexweşxaneyeke dewletê rapora ku “ji sedî sed nikare bixebite” jî stendiye.

Yigit, got ku, em wekî parêzvanên mafên mirovan dixwazin astengiyên li pêşiya tedawîbûna Polatli were rakirin û Polatli serbest were berdan.