Ji xizmên windayan ji bo grevên birçîbûnê banga bihestiyariyê

Li Amed û Îzmîrê, ÎHD û xizmên windayan li Amed û Îzmîrê di çalakiyên heftane de xwestin edalet bi cih bê. Li Amedê aqûbeta Selahattîn Akbûlût hat pirsîn, li Îzmîrê jî ji bo grevên birçîbûna li grtîgehan banga bihestiyariyê hate kirin.

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û xizmên windayan di çalakiya "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" de cara 424'emîn hatin cem hev. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Selahattîn Akbûlût ê ku di 21'ê Hezîrena 1995'an de li navçeya Bismilê ya Amedê hat binçavkirin û cenazeyê wî di 26'ê Sibata 1996'an de hat dîtin, hate pirsîn.

Endamê Komîsyona Windayan a ÎHD'ê Adnan Orhan diyar kir ku wekî parazvanên mafên mirovan 424 hefte ye aqûbeta windayan dipirsin û ji bo ku winda bên dîtin û kujer hesab bidin xizmên windayan bangawaziyê dikin. Orhan destnîşan kir ku ew dixwazin kiryar bên darizandin û cezakirin lê heta niha tu kiryar nehatine cezakirin heta hatine xelatkirin.

Piştî axaftinan aqûbeta Selahattîn Akbûlût ê ku di 21'ê Hezîrena 1995'an de li navçeya Bismilê ya Amedê hat binçavkirin û cenazeyê wî di 26'ê Sibata 1996'an de hat dîtin, hate pirsîn. Çîroka windakirina Akbûlût ji aliyê rêveberê ÎHD'ê Emîn Ermîn ve hate parvekirin.

Ermîn têkîldarî Akbûlût ev agahî parve kir: "Selahattîn Akbûlût di 1935'an de ji dayik bûbû û bavê 11 zarokan bû. Ji ber ku cerdevanî qebûl nedikir gelek caran rastî pêkûtiya hêzên dewletê dihat. Ji ber heman sedemê gelek canad hate binçavkirin û gefa kuştinê lê hat xwarin. Di 21'ê Hezîrena 1995'an de li navçeya Bismilê jendirmeyan bi ser gundê Tatliçayirê de girtin. Jendirme dema li gund bû wesayîtekî toros hat gund û 5 kesên bivîl gotin wê li qereqolê îfadeya wî bê girtin û bi zorê Selanattîn li wesayîtê siwar kirin. Malbatê ji 5 kesan 2 kes nas kir. We leşkerên bi navê Mehmet û Levent bûn. Cenazeyê Selahattîn Akbûlût ê şopên êşkenceyê hebû di 26'ê sibata 1996'an de li gundê Gomaya Bismilê li hundirê çem hate dîtin."

Piştî axaftinan 5 deqîqe çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.

ÎZMÎR

ÎHD a Îzmîrê jî di çalakiya xwe ya vê hefteyê de bal kişand li ser dosyaya Hasan Ocak. Di çalakiya ku li ber Sumer banka Kevn a Konakê hat lidarxistin de xwişka Hasan Ocak, Masîde Ocak û gelek kes jî amade bûn. Di çalakiyê de Rêveberê ÎHD'ê Caner Canli axivî û bal kişand li ser greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Şakranê û banga bihistiyariyê kir.

Xwişka Ocak, Masîde Ocak jî diyar kir ku heta kiryar bên darizandin tê têkoşîna xwe bidomînin.

Piştre 5 deqîqe çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.