Meşa Dirêj a Êzîdiyan li Belçîka berdewam dike

Meşvanên Meşa Dirêj a bi mebesta şermezarkirina êrîşa hevpar a PDK-AKP’ê ya li ser Şengalê şermezar bikin û ji Şengalê re statûyê bixwazin didome.

Meşvanên Meşa Dirêj a Êzîdiyan armanca meşa xwe gotin û diyarkirin ku ew êrîşa PDK’ê ya li ser Şengalê şermezar dikin û statûyê ji bo Şengalê dixwazin.

Meşvanan armanca telvêbûna xwe ya meşê wiha gotin:

Endamê Meclîsa Dîaspora Bozo Bacinî :

Armaca min a başdarbûna Meşa Dirêj, ji bo protestokirina êrîşa îxanetê ya li ser Şegalê ye. Wek tê zanîn 3’yê Adara 2014’an, deh hezar pêşmergeyê Barzanî hebûn bê ku yek gulê biteqînin, Êzîdxanê terkî mirinê kirin ,gelê Êzîdî ji çeteyên DAÎŞ’ê re hîştin û revîn. DAÎŞ’ê gelek ji  gelê me kuştin, serê wan jêkirin, revandin, keç û dayikên me birin, îro li bazaran difroşin. PKK bi hawara me Êzîdiyan  ve hat û em xilas kirin. Ev exlaqê PKK ye. Îro li çar peçeyên Kurdistanê gelê Kurd li kûderê hebe PKK wan diparêze. PKK ne tenê Êzîdî parastin, Hewlêr, Dihok parast, Mexmûr jî parast. Îro li Şengalê bi  PKK’ê welatiyên me yên Êzîdî rêxistina xwe çêkirine, YJŞ-YBŞ hatiye avakirin, hêz û rêxistinên Êzîdatiyê çêbûne. Îro çawa Erdogan dibêje yek al, yek millet, yek dewlet, yek ol, îro jî Barzanî li ser gelê Şengalê polîtîkayê Erdogan dimeşîne. Dibêje bila PKK ji Şengalê derkeve, ev bahane ye. Îro PKK li Mexmûr, Kerkûkê heye li herderê Başûrê Kurdistanê heye. Armanca wan ew e ku dixwazin Êzîdatiyê tine bikin. Yen ku Êzîdxanê firotibin, êdî ne xwediyê wê ne. Barzanî Êzîdatiyê firot, êdî mafê wî tine bêje ez xwediyê Êzîdiya me. Ji ber ku Êzîdî bûnê xwedî hez, dixwazin bi îxanetê bi pêşmergeyê bi navê roj vê hêzê ji holê rake. Dibêjin ez kesekî xerîb li Şengalê naxwazim. Ey Barzanî! madem tu kesekî xerîb li Şengalê naxwazî, ew çi çetêyê dewleta Tirk û DAÎŞ’ê ne yên ku serê zarokê me jêkirin, jinê me li sûkan difiroşin, te li Başîkayê perwerde kirin cilê pêşmergeyan li wan kiriye û te wan anîne Xanesor û Sinûnê, li hemberî me didî şerkirin. Tu dibêjî bila kesî kî xerîb neyê Şengalê, ma ji wan xerîbtir, dijmintir, xayîntir çi heye? Ji vê rêyê vegere, wê gelê Şengalê te efû bike. Eger ku tu ji vê rêyê venegerî Şengal wê bibe tirba te, Şengal wê bibe tunebûna te. Ne tenê Barzanî û dewleta Tirk êdî ti hêz nikare li ber hêza Şengalê li ber xwe bide. Em ji bo biçin ber parlementoya Awropayê,me li Dûsseldorf dest bi meşê kiriye . Em ê heta Birûkselê bimeşin. Ev 3 roj e em 90 km meşiyane. Ji ber ku hêz û baweriya me qayi me , ji ber ku qedera me mezin e em zêde newestiyane. Em carekî din nahêlin ferman li ser Şengalê rabe. Em ê rêhê xwe bikin qurban, lê em Şengalê bernadin. Şengal îro em in, em Şengal in, YBŞ em in, em YBŞ ne. Ji ber ku YBŞ’ê zarokan wan mirovan in ku serê wan hatine jêkirin. Ew kesên li ber xwe didin, îro YBŞ-YJŞ ne.

PKK hatiye alîkariyê bide me. PKK’ê Êzîdî rêxistin kirine. Îro ambargo daniye li ser Şengalê. Dibêjin gava em bixwazin wê PKK ji wir derkeve. Lê divê em hêza xwe xurtir bikin, eger ku me hêz û rêxistina xwe xurtir kir, kesek nikare me li Şengalê derxîne. Ya Barzanî! Şengal bi kevir û zarokê xwe re yên te bûn, lê te Şengal firot. Êdî xwediyê Şengalê çêbûne, ew jî Êzîdxan e ew jî Êzîdîne, tu kesekê din nîne. Ji bahane, bêbextî û îxaneta xwe vegere.

GURBET ERELE: Ez wek jineke Êzîdî ev 3 roj e tevlî Meşa Dirêj a ji bo piştgiriya Şengalê û şervanê xwe YBŞ-YJŞ’ê bûme. Ez silavê xwe yên germ ji dayîk û xuşkên xwe yên Şengalê re dişînim. Bijî berxwedana YBŞ- YJŞ’ê.

ENDAMA SÎWANA MECLÎSA JİNÊN ÊZÎDÎ SONGUL TALA: Ev 3 roj e me li Dûsseldorfê dest bi Meşa Dirêj kiriye. Armanca me ew e ku em di 4 rojan de xwe bigihînin Brukselê. Bêguman yek jî armaca vê meşê ew e ku ez wek jinek Êzîdî, êrîşên 3’yê Adarê ya li ser Şengalê bi destê çeteyê PDK-AKP’ê pêkhatibû şermezar bikim. Yek jî armanca me ya din ew e ku statûya Şengalê ye. Statû ne tenê ji bo Şengalê, ji bo Kurdistanê jî. Ji ber ku statûya Şengalê tê wateya statûya Kurdîstanê. Wek jinek Êzîdî hêvî û daxwaza min rizgarkirina jinên Êzîdî ya ji destê çeteyên DAÎŞ’ê ye. Ez azadiya tevahî jinan taybet azadiya jinên Êzîdî dixwazim. Meşa me bi awayekî bi coş derbas dibe. Me di meşê de bi sedan belavok belav kirin. Her ku diçe beşdarvanê me jî zêdetir dibin. Ji ber ku ji her heremekî tevlêbûn çêdibe. Banga min ji bo jinên Kurd, taybetî jî jina Êzîdî re werin em bi hevre vê meşa bi rûmet, bi tevlêbûnek hê xurtir ve ji bo xweseriya Şengalê bimeşin.

Bê Azadiya Rêber APO ne azadiya jina Êzîdî ne jî azadiya Êzîdxan gengaz e. Em vê di meşa xwe de her tim tînin ziman. Ji bo vê jî ez dîsa dubare bang li jinê Kurd, taybetî jî jinên ciwan ên Êzîdî dikim ku bi ruhê 8’ê Adarê bi ruhê berxwedana Newrozê, ber bi rojbûna Serokati ve bi beşdariyekî hê xurtir ve beşdarê meşê bibin û em meşa xwe bi awayekî serkeftî bi encam bikin. Dîsa  ji serokatiyê re azadiyê dixwazim,em wek jin azadiya Serok Apo wek azadiya xwe dibînin.

ÎDRÎS BAGOK: Ez li ser navê Çira tv û Platforma Hunermendên Kurdên Êzîdî tevlê meşê bûme. Armanca meşa me jî ev e; wek hûn jî dizanin di 3’yê Tebaxa 2014’an de li Şengalê li ser civaka me ya Êzîdî qetlîamek fermanek hate kirin. Bi hezaran Êzîdî qetilkirin, bi sed hezaran Êzîdî koçber bûn, bi deh hezaran keç û dayîkê me ketin destê xwedênenasên çeteyên DAIŞ’ê. Wekî tê zanîn hêzek bi navê PDK’ê qaşo li Şengalê hebû ji bo parastina gelê Şengalê, lê mixabin Peşmergeyê PDK’ê bê ku yek guleyê biteqînin Êzîdî di nav destê DAÎŞ’ê de hiştîn û reviyan. Ev tiştekî berçava bû, her kesî dît û jiya. Piştre PKK bi hewara Êzîdiyan ve çû bi sed hezaran Êzîdî li Çiyayê Şengalê rizgar kirin û hêdî bi hêdî xwe ji nû ve ava kir, hêza YBŞ-YJŞ’ê avakirin, ji bo gelê Şengalê ji bo Êzîdxan biparêze û şer bikin. YBŞ-YJŞ gelek Êzîdî li destê DAÎŞ’ê rizgar kirin, gelek gundê Şengalê ji çeteyên DAÎŞ’ê rizgar kirin. Niha ev tişt li ber çava ne. Îro jî dubare weke qetlîama 2014’an bi wê armancê, bi pêşmergeyan ve êrîşê li ser Xanesor a Şengalê kirin. Em vê tiştê wek civaka Êzîdî bi ti awayî qebûl nakin. Heta gemarê wek DAÎŞ’ê û çeteyê PDK’ê di Şengalê de bin em ê li  ber xwe bidin. YBŞ-YJŞ’ê hêza parastina civaka Êzîdiyan e, yên li ber xwe dide û şer dike gundê Şengalê rizgar dike YBŞ û YJŞ ne. Ez ji ber vê yekê tevlî vê meşê bûme. Ez bang li kesên Kurd, demokrat, welatparêz, bi taybet jî bang li civaka Êzîdî dikim ku dem dema xwedî derketinê ye, xweparastinê ye, dem dema xwedî li YBŞ-YJŞ’ê derketinê ye. Ez bang hemû gelê Kurd taybetî jî civaka Êzîdî dikim, werin em bi hev re roja 27’ê Adarê li ber Parlementoya Ewropa a Brukselê, meşa xwe bi serkeftî bi dawî bikin.

OKTAY AKASLAN: Ez wek Kurdeke musilman û Sûnî ji bo piştgiriya bira û xwîşkên xwe yên li Şengalê bikim, beşdarî vê meşê bûme. Berî her tiştî divê em wek gelê Kurd yekîtiya xwe ava bikin. Sedama beşdarbûna min ya vê meşê, min xwest ez di nav vê yekîtiyê de cih bigrim. Îro xwîşk û birayên me di bin zilma DAÎŞ’ê de ne. Ew di bin zilmê de bin, em li vir rehet tevbigerin ev yek li dijî wûjdan û exlaqê mirovahiyê ye. Ti nêzîkatiyê wê bi Kurdîtiyê û musilmaniyê ve nîne. Ew kesên xwediyê wujdan divê piştgirê bidin me. Ez bang li Kurdên Bakurê Kurdistanê yên li pey Erdogan in dikim dev ji Erdogan berdin. Ti carî dijminê mirov nabe dostê mirov. Li derveyî hinek gelên Tirkiye, piraniya Tirkan ji piştê ve me xençer kirin. Lê em her tim li gel wan bûn. Lê beriya her tiştî dem dema yekîtiya gelê Kurd e. Divê ti carî cudahiya herêm, perçe yan jî ol, ji bo yekîtiya me nebe asteng. Ji xwe em perçe kirine, divê êdî dawiya li vê perçebûnê bê. Barzanî îro êrîşê gelê xwe dike. Divê her kes vê yekê baş bibîne. Êdî îxanet nayê qebûl kirin. Divê em vebaş bizanibin.