Li Ewropa xebatên ‘NA’ didomin

Li Ewropa xebatên ‘NA’ bi lez û bez didomin.

BONN

Li Elmanya Bornê Frîedenplatzê ev du roj in konê agahdarkirinê hatibû danîn û duh qediya. Elmanan jî pêwendiyeke zêde ji bo çalakiyê nîşan da. Berdevkê Platforma Na ya NRW’ê Halîm Barcadurmuş got,’’Dengên  ku li derveyî welat têne bikaranîn wê qedera mirovên li Tirkiyê biguherîne, ji bo vê jî divê her kes dengê xwe bide, bike ku her kes dengê xwe bide.’’

TROÎSDORF

Li Troîddorfê jî Platforma Na konê agahdarkirinê danî. Hevberdkê Platforma Na a NRW’ê Selma Kedîk got: ‘’Pêwendiyeke zêde heye, Tirkiyeyî yên ku tên pir bi fikar in, me jî şaş dikin’’ û got divê her kes dengê xwe bi kar bîne.

DRANCY

Li Drancy a Parîsa Fransa civîna gel hate danîn. Di civînê de ji bo referandûmê banga na hate kirin.

Di civînê de endamê KNK’ê Akîf Yaşar got Kurd ew bi  Newrozê.ketine pêvajoyê referandûmê.

Yaşar ti mirov divê ji faşîzmê re nebêje erê û ti Kurdek jî nikare ji qirkirinê re bibêje erê.

‘REFERANDÛM JI 7’Ê HEZÎRANÊ STRATEJÎKTIR E’

‘’Em vê deklarasyona faşîzmê ku jê re destûr dibêjin qebûl nakin. Heke em di vê vê referandûmê de nayeke xurt dernexînin talokeyeke mezin heye.’’  Bi berdewamî got AKP di vê referandûmê de têk biçe wê derbeke xweş bibxwe û wiha bi nav de çû: ‘’Ev wê derb wê ya ji 7’ê Hezîranê xurttir be. Ewropa divê rihê 7’ê Hezîranê jî derbas bike. 7’ê Hezîranê têkoşîna derbaskirina bendê bû, niha jî gotina NA ye li dijî destûra qirkirinê. Ji bo vê jî stratejîktir e.’’

LUZERN

Lı Swîsre Luzernê civîna gel hate danîn. Wekîla Amedê ya HDP’ê Feleknas Uca tevlî civînê bû. Uca di civînê de got li Bakur, Rojava û Şengalê dewleta Tirk êrîş dibe ser destkeftiyên Kurd lê li Kurdistanê, Tirkiyê û gelek navendan Kurd derketin qadan, ji polîtîkayên îmha, înkarê û dîktatoriyê re gotin na.