Demokratên sosyal ên Swêd wê bi HDP’yiyan re bibin ‘wekîlên destbira’

Partiya Sosyal Demokrat(SAP), hevkarê mezin ê hikûmeta koalîsyonê ya Swêdê ji bo hevgirtina wekîlên HDP’ê yên ku destlênedana wan hatine rakirin û hatin girtin kampanyaya ‘wekîlê destbira’ dane destpêkirin.

Wekîlê SAP’ê û Endamê Komîsyona Karê Derve yê Parlamentoyê Anders Ostberbg diyar kir ku di rojên pêş de wê bi civînekê diyar bikin bê ka kîjan wekîl wê bi HDP’yiyan re bibin ‘wekîlên destbira’ û ji raya giştî re ragihînin.

Ostberg ku heftiya beriya niha bi Sekreterê Karê Navnetewî yê Navendî yê Perwerdehiya Kar a Stockholmê Mîkael Persson re çûbû Tirkiyê û weke çavdêr tevlî rûniştina Hevserokê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş bûyî têkildarî kampanyaya ‘wekîlê destbira’, geşedanên Tirkiyê, dengdena ji bo referandûmê pirsên me bersivandin.  Çavdêriyên xwe yên Tirkiyê bi me re par ve kirin.

Osterberg diyar kir ku ew bi mebesta bi wekîlên HDP’ê re rûne çûye Stenbolê û her wiha ji bo geşedanên li Tirkiyê di cih de bişopîne û agahî werbigire çûye û wiha domand: ‘’Bi hevalên xwe yên HDP’ê re em li ser dozên ku li ser rêveberên HDP’ê hatine vekirin axivîn. Piştî bi rojekê doza Demîrtaş li Edlîyeya Bakirkoyê hebû. Piştre em hîn bûn ku wekîltî û endamtiya partiyê ya hevseroka dî Fîgen Yuksekdag betal kirine. Di dewleta hiqûqê de tiştekî wiha nabe.’’

Osterberg diyar kir ku ew kêfxweş in ku Hikûmeta Swêd rûniştin û girtinên HDP’ê ji nêz ve dişopîne û tevlêbûna nûnerên Swêd yên weke çavdêr a li rûniştinan şad in û wiha domand:

LI SER KESÊN KU DIBÊJIN NA ZEXT HEYE

‘’HDP ji bo destûra nû kampanyaya nayê dimeşîne. Referandûm di rewşeke wiha de ku gelek wekîl û rêveberên HDP’ê hatine girtin û kirinên Rewşa Awarte hene wê were kirin. Di vê rewşê de referandûmeke dadmend wê neyê kirin û her wiha li ser kesên ku dibêjin na zext hene.’’

Osterberg diyar kir encama 16’ê Nîsanê wê ji bo siberoja Tirkiyê û têkiliyên wê yên bi Ewropa re wê diyarker bin û got Tirkiye wê tercîh bike bê ka ew li gel demokrasiyê ne yan li gel dîktatoriyê ne.

‘HEKE ERÊ DERKEVE BINPÊKIRIN WÊ ZÊDE BIBIN’

Osterberg got pêşniyara destûrê ya ku wê were dengdan hemû rayeyan bi dest kesekî ve berdide, fonksiyona destûrçêkirinê û darazê wê ji holê rabe û di rewşeke wiha de ku destûr were pejirandin helwesta Swêd wê çi be wiha got: ‘’Ev ê li ber wê veke ku rola dewleta hiqûqê kêm bibe, mafên mirovan û azadî zêdetir werin sînordarkirin. Niha li Rojhilatê Tirkiyê binpêkirinên mafê mirovan ên giran hene. Li zanîngehan akademîsyenan ji kar davêjin. Zext li ser rêxistinên mafê mirovan, nûçegihanan hene. Heke destûr were qebulkirin binpêkirin wê zêdetir bibin. Divê kes di dilê xwe re nebe ku em ê vê qebûl bikin.’’

EM LI DIJ WÊ NE KU ERDOGAN TIRKIYÊ JI EWROPA ÎZOLE BIKE

Osterberg diyar kir ku Hikûmeta Swêd gelek caran diyar kiriye ku ew ji geşedanan metirsîdar in, di demên dawî de ên ku ji Tirkiyê îltîcayî Swêd dikin zedetir bûne û wiha domand: ‘’Civaka sivîl ji bo ku hikûmeta Swêd xwedî helwest be pir zextê dike. Lê hikûmet planên domdirêj dike. Em dixwazin li Tirkiyê geşedanên demokratîk pêk werin. Diyaloga bi Erdogan re her ku diçe dijwartir dibe. Vê bi zanebûn dike. Lê em li dijî wê ne ku Erdogan Tirkiyê ji Ewropa îzole bike.’’

DIVÊ HDP’YÎ SERBEST WERIN BERDAN

Osterberg diyar kir ji bo ku li Tirkiyê geşedanên demokratîk çêbibin divê têkiliyên Yekîtiya Ewropa ya bi Tirkiyê re bi temamî qut nebin û got niha ji bo wan a herî girîng ew e ku Hevserok û wekîlên HDP’ê serbest werin berdan.

Osterberg got, ‘’Her wekîlê Partiya Demokratîk a Sosyal a Karker wê bi wekîlên HDP’yî re bibe destebira. Tim wê têkiliyek wan hebe. Wê tevlî rûniştina bibin û çavdêriyên xwe bi raya giştî re par ve bikin. Di rojên pêş de em ê rûnin diyar bikin bê ka kîjan wekîl wê bi kê re bibe destbira’’ 

 Osterberg bi berdewamî diyar kir ku Wezîrê Karê Derve yê Swêd Margot Wallarstrom û Pariya Karker a Demokratên Sosyal gelek caran ji bo ku wekîlên HDP’ê serbest werin berdan bang li hikûmeta Tirk kirine.

JI BO HILBIJÊRA BANGA BIKARANÎNA DENGÊ NA

Osterberg diyar kir ku dengdan weke pirsgirêka navxweyî ya Tirkiye nikare were ditin, di referandûmê ku erê derkeve ev ê bandoreke neyênî li têkikiyên Tirkiyê, Rojhilata Navîn û welatên Ewropayê bike û got, ku raye di destê yekî de bicivin bandora Tirkiyê ya hilweşîner a li Rojhilata Navîn wê zêdetir bibe. ’’Ji bo vê jî em dixwazin ku di vê referandûmê de dengdar dengên xwe ji bo demorasiyê bi kar bînin’’ û got hemû dengdarên ku li Swêdê dijîn bila 8-9’ê Nîsanê di referandûmê de biçine ser sendoqan û dengê ’na’ bi kar bînin.

Osterberg beriya bi demekê binpêkirinên mafan ên liTirkiyê bi pirsnameyan re û bi du gotarên ku bi hevalê xwe Lawen Redar re nivîsîn anîbûn rojeva Parlamentoya Swêd û raya giştî.