Binçavkirin û girtin didome

Di çarçoveya qirkirina siyasî de binçavkirin û girtin didome.

Li Dersimê di 22'yê Adarê de Cemal Aslan, Alî Ûlfer û Ercan Atlim ên ku hatibûn binçavkirin û heman rojê ji aliyê dadgehê ve "bi şerta kontola edlî" hatibûn berdan li ser îtiraza dozgeriyê hatin binçavkirin û girtin. 


Heman rojê Gerînendeyê Weşanê yê Giştî yê Radyo Mûnzûr Mehmet Çagri ye hatibû binçavkirin û şeva bihurî bi şerta "qedexeya derketina derveyî welat" hatibû berdan, xebatkarên şaredariyê Ayten Kordû û Nazli Çelîk ên ku bi şerta "kontrola edlî" hatibûn berdan jî careke din li ser îtiraza dozgeriyê hatin binçavkirin û girtin. 

Endamê PM a DBP'ê Serdal Eren ê li Êlihê hate binçavkirin û anîn Dersimê, endamên MP a DBP'ê Rojhat Yaşar û rêveberê DBP'ê yê Dersimê Ûfûk Sûnger ên li Dersimê di 22'yê Adarê de hatibûn binçavkirin jî derxistin dozgeriyê. Eren, Yaşar û Sûnger bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" hatin girtin. 

Li aliyê din li navçeya Pulurê ya Dersimê jî di serdegirtinên malan ên 19'ê adarê de 15 kesên hatibûn binçavkirin hê jî li Midûriyeta Polîsan a Dersimê di bin çavan de ne. Li bendê ye ku 15 kesan duşemê derxînin dozgeriyê. 

EDENE

Li Edeneyê U.K., H.B. û H.Ç. ên ku roja borî hatibûn binçavkirin derxistin dozgeriyê. 3 kesên ku îfadeyên wan hatin girtin bi îdiaya çalakiyên li Edeneyê organîze kirine bi îdiaya "endamê rêxistinê ne" bi daxwaza girtine sewqî addgehê hatin kirin. H.Ç. "bi şerta kontrola edlî" hate berdan. U.K. û H.B. jî bi îdiaya "endamê rêxistinê ne" hatin girtin û şandin Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê ya Edeneyê.

Li aliyê din li Edeneyê de nava hefteyeke de yek jê jin 10 kes hatin girtin. 

WAN

Di saetên sibehê de li navçeya Erdîş û navenda Wanê avêtin ser buroya parêzerên Komeleya Hiqûq a Bûrç a bi Biryarnameya di Hihkmê Hiqûqê de hatibûn girtin. Di encama serdegitina di bin navê çarçoveya operasyona li hemberî Cimaeta Gulen de, nêzî 10 parêzer hatin binçavkirin.