Li Swîsre û Elmanyayê ji ciwanan şahî û pîrozbahî
Li Swîsre û Elmanyayê şahiya ciwanan hate li dar xistin û Newroz hate pîroz kirin.
Li Swîsre û Elmanyayê şahiya ciwanan hate li dar xistin û Newroz hate pîroz kirin.
Li bajarê Bîelê yê Swîsreyê ji aliyê Ciwanên Azad û Jinên Ciwan ên Azad bi şîara “Azad Bike” şahiya ciwanan hate li dar xistin.
Li Bîelê li Navenda Civakî ya Kurd a Demokratîk bi beşdariya nêzî pêncî kesan bi şîara “Serokatî Azad Bike, Kurdistanê Azad Bike, Jiyanê Azad Bike” şahiya ciwanan hate li dar xistin. Piştî axaftina destpêkê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê rêz hate girtin.
Şahî bi xwarin, govend û sloganan hate derengî şevê dom kir.
HAMBÛRG
Li Bajarê Hambûrgê yê Elmanyayê ciwanên Kurd û enternasyonalîst li ser rê agir dadan û Newroz pîroz kirin. Şeva înê sedan ciwan li ber Rote Flora ya Sternschanzeyê kom bûn, pankartên “Newroz Pîroz Be” û “Azad Bike” û alên ku ji aliyê Wezareta Karên Hundir a Elmanyayê hatine qedexekirin, darvekirin û agir dadan. Ciwanan li ber agir govend gerandin û bi teqandina fîşekên hewayî slogan qîrîyan.
Komên polîs û îtfaiyeyê yên ku hatin jî, li hemberî girseya ku bi coş pîrozbahî dikirin, neçar man û vekişiyan.