BI DÎMEN

Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn li Fribourgê hatin bibîranîn

Di bîranîna ji bo pêşengên damezrîner ên PKK’ê li Fribourgê hat lidaxistin de hat gotin ku "Jiyana wan a bi fedakarî û berxwedanê hatiye hunandin,rê nîşanî me dide” û soza xwedîderketina li têkoşîna wan hat dayin.

Pêşengên damezrîner ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn ku Kongreya 12’emîn a PKK’ê de şehadeta wan hat ragihandin, li bajarê Fribourg ê Swîsreyê hatin bibîranîn.

Bîranîn di bin pêşengiya Meclisa Gelê Kurd a Fribourgê de li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (DTKM) hat lidarxistin. Bîranîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşê dest pê kir.

Hevserokê DTKM’ê Orhan Hazar di bîranînê de axivî û bal kişand ser têkoşîna Kaytan û Altûn. Hazar diyar kir ku Kaytan û Altûn di xeta îdeolojîk û rêxistinî ya PKK’ê de rolên girîng lîstine û got, "Em li ber şehîdên xwe bi rêzdarî bejna xwe ditewînin. Jiyana wan a bi fedakarî û berxwedanê hatiye hunandin, rê nîşanî me dide. Parastina mîrateya têkoşîna wan bi fêmkirina wan a rast û zindî hiştina wan mimkun e. Ji bo meşa azadiyê ya gelê xwe mezin bikin, em ê xwedî li têkoşîna wan derkevin.”

Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) Argeş Welat jî di şexsê Kaytan û Altûn de hemû şehîdên azadiyê bi bîr anî û ev tişt anî ziman: "Em careke din dubare dikin ku em ê mîrateya têkoşîna ku hevalên me Riza Altûn û Alî Haydar Kaytan hiştine bi biryardarî bidomînin."

Bîranîn bi berzkirina dirûşmeyên "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo" û "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû.