BI DÎMEN

CPT: Dewleta Tirk 23 caran Başûrê Kurdistanê bombebaran kir

Endamê CPT’yê Kameran Osman diyar kir ku piştî biryarên Kongra PKK’ê ya 12’emîn û vir de, dewleta Tirk îro 23 caran Başûrê Kurdistanê bombebaran kir.

Endamê Tîma Kurdistanî ya Rêxistina CPT’ya Emerîkî Kameran Osman ragihand ku artêşa Tirk 14 caran Geliyê Siva ya gundê Belave ya ser bi Amêdiyê ya Çiyayê Metîna bombebaran kiriye.

Osman anî ziman ku artêşa Tirk Gundê Kevne Mij û Çiyayê Gare jî nava rojê de 9 carî bombebaran

kiriye.

Li gorî vê di nava rojê de 23 caran artêşa Tirk herêmên Başûrê Kurdistanê bombebaran kiriye.

Endamê Rêxistina CPT’ê Kameran Osman destnîşan kir ku ji roja ku PKK’ê Kongreya xwe ya 12’emîn li dar xistî heta niha artêşa Tirk 31 carî herêmên Başûrê Kurdistanê bombe kiriye.