Navenda Civakî ya Demokratîk a Kurd kongreya xwe ya 3’emîn li dar xist
Li bajarê Nîenbûrgê yê Elmanyayê, Navenda Civakî ya Demokratîk a Kurd kongreya xwe ya 3’emîn a asayî li dar xist.
Li bajarê Nîenbûrgê yê Elmanyayê, Navenda Civakî ya Demokratîk a Kurd kongreya xwe ya 3’emîn a asayî li dar xist.
Kongre bi beşdariya 80 delegeyan bi şîara "Em bi dek û dolabên AKP/MHP/RTE naxapin, em referandûma bi hîle nas nakin" li Salona Hannoversche Strabê ya 67’an pêk hat.
Kongre bi rêzgirtina ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê û berxwedana zindanan dest pê kir.
Di encama kongreyê de meclîsa nû hat hilbijartin ya ku ji 40 kesî pêk tê û 7 komîsyon hatin ava kirin. Çîçek Boran û Baran Husên jî bûn Hevserokên Meclîsê.