Li Îzmîrê polîsan êrîşî gel kir ên ku dixwestin encamên referandûmê protesto bikin
Li Bornovayê ya Îzmîrê girseyeke xwest ku encamên referandûmê protesto bike û polîsan êrîşî vê girseyê kirin. Gelek kes jî hatin binçavkirin.
Li Bornovayê ya Îzmîrê girseyeke xwest ku encamên referandûmê protesto bike û polîsan êrîşî vê girseyê kirin. Gelek kes jî hatin binçavkirin.
Girseyek li Qada Kuçukparkê ya Bornovayê ya Îzmîrê ji bo protestokirina encamên referandûmê hatin ba hev û xwestin daxuyaniya çapemeniyê bidin. Piştî axaftinên kurt, polîsan bi gaz û copan êrîşî girseyê kirin.
Gelek kes ketin binçavan û yên li derdorê bertek nîşanî polîsan dan. Alozî didome.