Sendîkayên Îngilistanê bang li Tirkiyeyê kir

Kampanya Freedom For Ocalan, di çarçoveya gavên dîrokî yên PKK’ê de, bang li dewleta Tirk kir ku divê demildest Rêber Apo serbest berde û bi sozeke jidil bersiva aştiyê bide.

Sendîkaya herî mezin a Îngilistanê ku 1.5 milyon endamên wê hene Unîte the Unîon û sendîkaya GMB'ê ku 700 hezar endamên wê hene, ev demek e ku kampanyaya bi navê “Ji Ocalan re azadî”(Freedom For Öcalan) rê ve dibin. Kampanya Freedom For Ocalan têkildarî Kongreya 12’emîn a Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ku di navbera 5-7’ê Gulên de lidarxist de deklarasyonek weşand.

Kampanya Freedom For Ocalan anî ziman ku ew hewldanên aştî û lihevhatinê yên di nava Tirkiye û nûnerên Kurd de bi dilxweşî pêşwazî dikin û got, kongreya PKK’ê ya di nava 5-7’ê Gulanê de hat lidarxistin dîrokî ye.

Kampanya Freedom For Ocalan îşaret bi biryarên kongreya PKK’ê ya di 12’ê Gulanê de hat eşkerekirin kir û got: “PKK’ê bi kongreyê girêdana xwe ya bi banga dîrokî ya Rêber Apo re carek din îlan kir. Ev biryara ku demek bû dihat çaverêkirin, ji bo dawîanîna pevçûna Kurd-Tirk a bi dehsalan dewam dikir, gaveke gelek girîng  e. Ev biryar di asta navneteweyî de bi dilxweşî tê pêşwazîkirin. Em jî vê bi hêvî û dilxweşin; em bawer dikin ku ev yek wê bibe bingeha demokratîkbûna Tirkiye û Rojhilata Navîn.”

Di dewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Di çarçoveya mafê hêviyê de ji bo Abdullah Ocalan serbest were berdan, divê pêvajoya hiqûqî û siyasî were destpêkirin.”

Kampanyayê, ji bo pêşketina pêvajoyê û dabînkirina aştiyeke domdar, ji dewleta Tirk, Îngilistanê û her wiha civaka navneteweyî re daxwazên xwe rêz kir.

Daxwaz wiha ne:

*Azadî ji Abdullah Ocalan re: Divê Ocalan di hevdîtinê aştiyê de rola navendî bilîz e. Ji bo vê jî divê demildest serbest bê berdan û di şertên ewle de mafên muzakereyê bên dayîn.

*Reforma Siyasî û Hiqûqî: Ji bo aştiya mayîn de divê Tirkiye gavên qanûnî û siyasî biavêje, divê meclîs tevlî pêvajoyê bibe û li ser partiyan re piştgirî bê kirin.

*Divê qedexeya PKK’ê li ber çavan bê derbaskirin: Divê hikûmeta Îngilistanê, biryara PKK’ê ya ji bo bêçekbûn û çareseriya siyasî, ji nû ve lêkolîn bike ku ev rêxistin di lîsteya terorê de bimîne yan na. Qedexeya niha, têkoşîna rewa ya gelê Kurd krîmînalîze dike.

*Ji Îngilistanê Piştgiriya Cemawerî: Divê hikûmet bi awayek vekirî piştgiriya pêvajoyê bike; divê bi dîplomatîk, parlamenter û rêyên cuda Tirkiyeyê teşwîqî diyalogê bike.

*Tevlîbûna Navneteweyî: Divê DYA, Konseya Ewropayê û aktorên din ên navneteweyî bi awayekî fermî piştgiriya vê pêvajoya nû ya aştiyê bikin û daxwaz ji Tirkiyeyê bikin ku li gorî rêgezên demokratîk tevbigerin, şer rawestînin û tevlî muzakereyan bibin.

 

*Bila zextên li ser Kudan ên li Îngilistanê bi dawî bibin: Divê dawî li polîtîkayên zext û krîmînalîze kirinê bi dawî bibe.