BI DÎMEN

Beşîktaş li hemberî dek û dolabên referandûmê li ser piyan e

Li Beşîktaşê bi hezaran kes hatin gel hev û bi sloganên “Erdoganê diz û qatîl”, “Na, neqediya, em têkoşînê didomînin” meşiyan.

Bi hezaran kes li Qada Kartalê ya Beşîktaşê hatin gel hev û bêqanûniya encama referandûmê ya ku ji aliyê Saziya Bilind a Hilbijartinê hatibû kirin, protesto kirin.  Bi hezaran kesî bi sloganên “Her der na, her der berxwedan e”, “AKP’ya diz û YSK’ya alçax” banga îstîfayê li hikumetê kirin.

 

‘NA TU NE SEROKÊ MIN Î’
Bi hezaran kesî li Stenbolê bêqanûniya encamên referandûmê protesto kirin. Bi hezaran kes jî li Beşîktaşê hatin gel û ev rewş protesto kirin. Koma Çarşiyê û şêniyên Beşîktaşê jî beşdarî protestoyê bû û dovîzên “Na, em ê te nekin serok”, “Em YSK’ê nas nakin”, “Ne serokê min e” hildan.
Ligel baranê girse kuçe bi kuçe geriyan û bi hezaran kes bi hev re qîriyan gotin “Na, em bi ser ketin”, “Na, hê neqediyaye têkoşîn didome” ,”Erdoganê diz û qatîl”, “Beşîktaş ji dizan re dibêje na”. Şêniyên taxê jî li malên xwe bi lêdana beroşan piştgirî dan çalakiyê.
Girseya ku hatin ber Peykerê Kartalê wê sibê jî di heman saetê de werin ba hev.