Rewşa Awarte tê dirêjkirin

Lijneya Ewlehiyê ya Neteweyî (MGK), di serokatiya Erdogan de kom bû. Civîn nêzî 50 deqîqeyan domand û di civînê de pêşniyara dirêjkirina Rewşa Awarte hate kirin.

Lijneya Ewlehiyê ya Neteweyî (MGK) di serokatiya Erdogan de kom bû.  Civîn nêzî 50 deqîqeyan domiya û di civînê de pêşniyara dirêjkirina Rewşa Awarte hate kirin.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Me rewşa awarte ya li welat nirxand û ji bo berdewamiya parastina mafê gelên me, demokrasî û rêgezên dewleta hiquqî, biryara pêşniyara dirêjkirina Rewşa Awarte hatiye dayîn.”

WÊ LIJNEYA WEZÎRAN KOM BIBE
Piştî Lijneya Ewlehiyê ya Neteweyî wê dîsa di serokatiya Erdogan de wê Lijneya Wezîran bicivin. Ger ku Lijneya Wezîran pêşniyara Lijneya Ewlehiyê ya Neteweyî pêk bîne wê Rewşa Awarte ji bo cara 3’emîn were dirêjkirin. Di 20’ê Tîrmeha 2017’an de wê saleke Rewşa Awarte tijî bibe.