Di referandûmê de fêl û hîle herî zêde li Kurdistanê hatiye kirin
Xwediyê AKAM'ê Kemal Ozkîraz diyar kir, pûsûlayên bê mohr herî zêde li bajarên Kurdan hatine dîtin û di hilbijartinê de fêl hatiye kirin.
Xwediyê AKAM'ê Kemal Ozkîraz diyar kir, pûsûlayên bê mohr herî zêde li bajarên Kurdan hatine dîtin û di hilbijartinê de fêl hatiye kirin.
Xwediyê Navenda Lêkolînên Raya Giştî ya Avrasyayê (AKAM) Kemal Ozkîraz got, "Pûsûlayên bê mohr herî zêde li Başûrrojhilat, li bajarên nifûsa Kurdan lê zêde ye, hatin dîtin."
Ozkîraz ji malpera Gazete Dûvar re axivî û got, "Li welatekî ku mîlyonek deng tê betalkirin, 2.5 mîlyon dengên bê mohr hene, çi wateya çêkirina anketan heye?"
'PIRANÎ LI BAJARÊN KURDAN HATIN DÎTIN'
Ozkîraz biryara Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) a qebûlkirina zirf û pûsûlayên dengan ên bê mohr wiha nirxand: "Li gorî agahiyên ku min ji partiyan, ji çavdêrên li ser sindoqan wergirtî, temamiya pûsûlayên dengan ên bê mohr, dengên 'erê' ne. Tiştekî bi vî rengî rasthatin nîne. Lazim e YSK bi lezgînî eşkere bike, bê çiqas pûsûlayên dengan ên bê mohr qebûl kiriye. Eger ev hejmar bi qasî ku bandorê li encama hilbijartinê neke kêm bûya, ji xwe YSK wê eşkere bikira û kesî îtiraz nedikir. Xuya ye pûsûlayên dengan ên bê mohr, encama hilbijartinê diyar kirine. Hin çavkanî dibêjin 2-2.5 mîlyon pûsûlayên bê mohr hene. Ev yek jî li gorî tevlîbûnê tê wateya ji sedî 6 ê dengan. Li cihekî ku 900 hezar deng derbasdar nehatin hesibandin, eger ewqas pûsûlayên dengan ên bê mohr hebe, bi rastî jî li holê fêl û hîle heye. Nirxandina hilbijartineke bi hîle çiqasî rast e, nizanim."
Ozkîraz anî ziman, li gorî agahiyên gihîştine ber destê wî, piraniya pûsûlayên dengan ên bê mohr li bajarên Kurdan hatine dîtin û got, "Divê YSK vê eşkere bike."
Kemal Ozkîraz ragihand mûxalefet jî rexne kir û got, diviyabû di çarçoveya îdîa û dîmenên şênber de yekser biketibûya nava tevgerê û bixwasta hilbijartin bê betalkirin.