BI DÎMEN

Saziyên Kurd ên li Moskowayê piştgirî dan grevên birçîbûnê

Nûnerên saziyên Kurd ên li Rûsyayê ji Rûsyayê xwestin, ku li pêşberî zext û zordariya li girtîgehên li Tirkiyeyê bêdeng nemîne.

Nûnerên Saziyên Kurd ên li Federasyona Rûsyayê, der barê grevên birçîbûnê yên li girtîgehên Tirkiyeyê de daxuyaniyek dan çapemeniyê. Daxuaynî li ber avahiya Navenda Çanda Kurd a li Moskowayê hate dayîn û di serî de Rûsya bang li hêzên navneteweyî hate kirin.

Li ser navê saziyan Seroka Organîzasyona Jinên Kurd li Moskowayê-Viyan Tara Qadir peyivî û pêkanînên derveyî mirovahiyê yên hikumeta Tirk li girtîgehan dike, bi tundî şermezar kir.

Qadir işaret bi tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û got, "Gelê Kurd xwe li tecrîdeke bi vî rengî ranagire. Dewleta Tirk di şexsê Ocalan de dixwaze civakekê dîl bigire. Lewma divê Kurd hemû, têkoşîna xwe ya li dijî tecrîda giran a li ser Rêber Ocalan mezin bikin. Azadiya Ocalan azadiya gelê Kurd e. Di serî de Rûsya, lazime hemû hêzên navneteweyî guh bidin grevên birçîbûnê ku 62 roj in dewam dikin."

Endamê Rêveberiya Organîzasyona Kurdên Êzidî yên li Moskowayê-Êzîdxan Refikê Kamil piştre axivî û got, "Rewşa girtiyên di grevê de ne giran dibe. Pêwîste hêzên navneteweyî li pêşberî vê grevê bêdeng nemînin. Bi taybetî divê Rûsya li pêşberî zext û zordariya li girtîgehên li Tirkiyeyê bêdeng nemîne. Em weke saziyên Kud ên li Federasyona Rûsyayê, vê çalakiya girtiyan watedar dibînin û destekê didin. Pêwîste tevahiya gelême destekê bide vê berxwedana li girtîgehan."

Piştî daxuyaniyê, girseya gel dirûşmên "Bijî berxwedana zidanan" û "Berxwedan jiyan e"     qîriya û belav bû.