Di nexşeya dengên bêmohr de Kurdistan di serî de ye
Nexşeya dengê bêmohr yên ji bajarên Kurdan hat parvekirin.
Nexşeya dengê bêmohr yên ji bajarên Kurdan hat parvekirin.
Li gorî encamên ne fermî yên referandûmê "Erê" li pêş be jî li hemberî biryara Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) a qebûlkirina dengên bêmohr di civakê de bû sedema nerazîbûnan.
Di serî de HDP û CHP, eniya "Na" û çavdêrên hilbijartinê daxuyandin ku ev nayê qebûlkirin, dengên bêmohr ji ku hatine, ji aliyê hemû kesan ve tê meraqkirin.
Nîqaşên li ser dengên bêmohr berdewam dike. Ji aliyê din navnîşana twitterê ya @franksiyon_org'ê nexşeya dengên bêmohr weşand. Li gorî nexşeya ku hatiye weşandin, dengên bêmohr herî zêde li bajarên herêmê yên wekî Mêrdîn, Bedlîs, Wan, Mûş, Xarpêt, Riha û Çewligê hatine dayîn.