Gerîllayê HPG’ê Jiyan Firat ber bi koça dawî hate oxirkirin

Gerîllayê HPG’ê Jiyan Firat Esîn ê ku di şerê Karazê de jiyana xwe ji dest dabû, li Goristana Yenîkoyê ber bi koça dawî hate oxirkirin.

Di dema qedexeya derketina derve ya ku Walîtiya Amedê li bejahiya gundên Karaz-Licê-Hênêyê de xistibû meriyetê, di şerê 11’ê Nîsanê de gerîllayê HPG’ê Jiyan Firat Esîn (Derwêş Umut) jiyana xwe ji dest dabû. Cenazeyê Jiyan Firat ê ku rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê, piştî teşxîsa nasnameyê, cenaze ji aliyê malbata wî ve hate wergirtin. Piştî kar û barên olî cenazeyê Jiyan Firat li Goristana Yenîkoyê hate veşartin.


Rêveberê DBP’ê yê Amedê Rifat Ronî, di merasîmê de axivî û diyar kir ku, Jiyan Firat di rêya azadiyê de jiyana xwe dest daye û got em ê li bîranîn û têkoşîna wan xwedî derkevin.
Ji bo Firat wê sersaxî li Mala Sersaxiyê ya Egîliyan ya li navçeya Kayapinarê be.