Nameya girtiyên di grevê de ne: Bibin dengê me!

Girtiyên li beşa T2 a Şakranê ev 62 roj in di greva birçîbûnê de ne, nameyek şandin û bang li raya giştî kirin.

Li 29 girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê, grevên birçîbûnê yên bêdem-bêdorveger ên 278 girtiyên siyasî dewam dike. Greva birçîbûnê ya 15'ê Sibatê li Girtîgeha Şakranê dest pê kir, di roja 62'an de ye.

Girtiyên li Beşa T2 a Şakranê di greva birçîbûnê de ne, bi rêya nameyekê bang li raya giştî kirin. Nameya girtiyan bi sernavê "Ji gelê me yê welatparêz û hêzên demokratîk re" dest pê dike û tê gotin, "Jiyana ku mirov dikarin di oxira wê de jiyana xwe ji dest bidin, jiyaneke bi rûmet, watedar, hêja û azad e. Ya em ê bi vî rengî bijîn, ya jî em ê qet nejîn."

Girtiyan destnîşan kirin, ku tecrîda ne exlaqî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ku Rêberê gelan e û vîna azadiyê ye, êrîşek li dijî qîmet û wateya jiyanê ye û ji aliyê wan ve nayê qebûlkirin.

Giriyan ragihandin, di rewşa kaotîk a piştî hewldana darbeyê de, tecrîd, bê wijdanî û pêkanînên li dervreyî mirovahiyê gihîştine asta herî bilind û diyar kirin, wan nema dikarî xwe li polîtîkaya qirêj a tecrîdê ya li ser Rêberê Gelê Kurd rabigirin. Girtiyan gotin, "Em êdî nekarîbûn li pêşberî vê bêdeng bimînin. Em nikarin êdî bi vê rewşê bijîn. Jiyan ji bo me bi dengê Rêberê me watedar e û dikare bê jiyîn.

Piştî hewldana darbeyê, polîtîkaya tecrîdê ya li ser Rêber Apo, weke qedexe, astengkirin û pêkanînên şikandina rûmeta mirovan li hemû girtîgehên girtiyên PKK û PAJK'ê lê ne, belav bû. Hemû aktîvîteyên civakî û çandî hatin betalkirin, derfetên hevdîtina vekirî û axaftina bi telefonê hatin kêmkirin; derfetên ji bo perwerdeyê ji holê hatin rakirin, aktîvîteyên spor û hunerê hatin sekinandin; derfetên sohbetê ji holê hatin rakirin; rêveberiya girtîgehê jî zext û pêkanînên xwe yên kêfî zêde kir."

Girtiyan di dewama nameyê de bal kişandin ser astengkirina tedawiya girtiyên nexweş û destnîşan kirin, pêkanînên rûmetşikandinê yên ne kêmî pêvajoya sala 1980'ê li hemû girtîgehan li ser wan tê ferzkirin.

Girtiyên di grevê de ne bal kişandin ser îşkenceya fîzîkî ya li girtîgehan, tacîz û heqaretên li malbatên tên serdanê kirin û diyar kirin, ev yek li girtîgeha hejmara 4'an a kampusa Tîpa T ya Şakranê bi taybetî dijwar bûye.

Girtiyan destnîşan kirin, wan ragihandine ku ew nêzîkatiya li Rêberê xwe û zext û zordariya li ser wan girtiyan tên kirin qebûl nakin, ji ber vê yekê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger kirine û gotin, "Greva me 2 meh li dû xwe hişt û ketiye qonaxa krîtîk. Em dixwazin bi rêya vê nameya kurt, biryardariya xwe ya di çalakiyê de, dilsoziya xwe ya bi Rêberê xwe re û eşqa xwe ya bi jiyana azad re ji gelê xwe, dostên xwe û hemû demokratan re ragihînin.

Bila baş were zanîn; heta ku tecrîda li ser Rêberê me bê rakirin em ê dest ji çalakiya xwe bernedin. Em hemû bihelin û şehîd bibin jî em ê dest ji çalakiyê bernedin. Ya ku çalakiya me biqedîne wê ne mirina me be, ya ku çalakiyê biqedîne wê ew dengê bi heybet ê Rêberê me be.

Weke şopdarên Kemal û Xeyriyan, weke evîndarên Bobby Sands û Huseyînna, em bang li her kesên xwedî wijdan dikin ku destekê bidin çalakiya me; bibin dengê qîrîna me. Tenê dengê xwe derxînin.

Berdêla xwe çi dibe bila bibe, serketina vîna azad wê jiyana watedar û hêja bafirîne.

Bi silavên şoreşgerî

Hejmara 2, Tîpa T a Şakranê

Koma yekemîn: Mûrat Dûran, Sînan Ekmekçî, Eren Tekîn, Cengîz Dogan, Erhan Ergûz, Mûstafa Akan, Necdet Kaya û Kasim Ozdemîr (Yên di 15'ê Sibatê de dest pê kirin)

Koma duyemîn: Mehmet Yavûz, Cahît Ayaz, Mehmet Degîrmencî, Ramazan Atabey, Yakûp Guneş, M. Adnan Kiliç, Farûk Kara, Şahîn Aslan, Zekî Yîgît, Tanjû Yildirim, Cemal gunsel û Mahmût Aba (Yên di 6'ê Nîsanê de dest pê kirin)"