Greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê di roja 5’an de ye
Greva birçîbûnê ya ji bo bihistyariya grevên birçîbûnê yên di roja 63’an de li girtîgehan didome, li Strasboûrgê hatibû dest pê kirin di roja 5’an de ye.
Greva birçîbûnê ya ji bo bihistyariya grevên birçîbûnê yên di roja 63’an de li girtîgehan didome, li Strasboûrgê hatibû dest pê kirin di roja 5’an de ye.
Nûnerên gelek saziyan ên ku Elewî û çepgirên ji Tirkiyeyê jî di nav wan de bûn, hatin serdana greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger.
Ligel parlementerên HDP’ê Faysal Sariyildiz û Tûgba Hezer, gelek hevserok û rêveberên saziyan Kurdan ên li Ewrûpayê beşdarî greva birçîbûnê bûne ya ku qada nêzî Konseya Ewrûpayê û Komîteya Rêlibergirtina Îşkenceyê (CPT) hatiye destpêkirin.
Îro nûnerên saziyên ji Elmanya, Fransa û Swîsreyê hatin serdana greva birçîbûnê ya ku ketiye roja 5’an.
Berê rêveberên Federasyona Elewiyan a Fransayê (FÛAF) û serokên komeleyên li herêma Grand-Est’ê hatin serdana çalakvanên greva birçîbûnê. Nûnerên Elewiyan piştgiriya xwe ji çalakvanan re diyar kirin û bal birin ser vî tiştî ku divê gel li hemberî faşîzmê têkoşîneke hevpar ava bikin.
Di serdana li ser navê kovara Alinteriyê de jî Ayşe Yilmaz axivî. Yilmaz diyar kir ku, ew piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê dike.
Rêveberên Navendên Civakî ya Kurd ên Demokratîk ên bajarê Frankfûrt û Freîbûrgê yên Elmanyayê û bajarê Baselê yê Swîsreyê hatiye serdana çalakiya li pêşiya Konseya Ewrûpayê û CPT’ê hatiye destpêkirin.
Parlamenterên HDP'ê Faysal Sariyildiz û Tûba Hezer, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk a Kurd ya Ewrûpayê (KCDK-E) Yuksel Koç, Nûnera TJK-E Xanim Engîzek, Hevseroka NAV-DEM'ê Fatoş Goksûngûr, Hevseroka NAV-BEL’ê Arîfe Soysuren, Hevserokê DEM-NED’ê Huseyin Yildiz, Hevserokê FEDA’yê Velî Kaya, Nûnerê CÎK’ê Mele Mistefa, Rojava, Rojhilat, NAV-YEK, Nûnerê Ciwanên Azad Ahmet Yildirim û Nûnerên Malbatên Winda û Mexdûr tevlî greva birçîbûnê bûne.