Parêzer Demîrer: Girtiyê di asta krîtîk de xwîn ji qirika wî hat!
Parêzer Fatma Demîrer li ser rewşa girtiyên di greva birçîbûnê da agahî da û got, “Muwekîlê me Şîrvan Bîlîk xwîn ji qirika wî hatiye.”
Parêzer Fatma Demîrer li ser rewşa girtiyên di greva birçîbûnê da agahî da û got, “Muwekîlê me Şîrvan Bîlîk xwîn ji qirika wî hatiye.”
Greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger didome ya ku 278 girtiyan li 29 girtîgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dabûn destpêkirin. Greva birçîbûnê ya ku di 15’ê Sibatê li Şakranê hatibû destpêkirin, kete roja 62’emîn. Parêzer Fatma Demîrer a ku hevdîtin bi girtiyan re kir, derbarê hevdîtinê agahî da.
Demîrer bal bir ser vî tiştî ku, girtî êdî nikarin tevbigerin û got, “Dema ku me hevdîtin pêk anî em dibînin ku di bihîstin û fêmkirinê de ferq heye. Ji bilî vê hişê wan diçe, serê wan diêşe, sîstema wan a xewê xirab bûye. Sermesele, hêrî zêde 3 an jî 4 saetan radizên ev jî ciddîbûna rewşê nîşan dide."
JI BIJÎŞK NÊZIKBÛNEKE DERVEYÎ ETÎKÊ
Demîrer da zanîn ku bijîşk tenê 2 caran çûye kontrolê û got, "Xebatkarên tenduristiyê her dem tên. Ên ku dibêjin em xebatkarên tenduristiyê jî yan hemşîre ne yan jî teknîsyen in. Ew jî kîlo û nabza girtiyan digirin û diçin. Ji bilî vê tiştekî nakin. Bijîşk bi taybetî li dijî girtiyên nexweş nêzîkatiyên rûmetşikandinê nîşan didin. Wekî mînak dema ku girtiyên di grevê de ne pirsgirêkên xwe dibêjin bijîşk dibêje “pirsgirêkên min jî yên wisa hene.” Di warê pîşeyî de ne etîk e ku bijîşk ji kesên ku 2 meh in ku di greva birçîbûnê de ye, wisa bibêje.”
'JI QIRIKA ŞÎRVAN BÎRLÎK XWÎN HAT'
Demîrer destnîşan kir ku dîsa rojname nayên dayîn û ev agahî da: "Her yekî wan refaqatkarek li cem wan e. Tiştên avî vedixwin. Divê enerjiya xwe biparêzin. Ew jî di ferqa vê de ne. Ji qirika Şîrvan Bîlîk xwîn tê. Ozkan Yaşar ji ber ku nikare biçe kontrola tenduristiyê ji merdîwanan nikare derkeve, xebatkarên tenduristiyê diçin jor ba wî. Zana Yaktin nikare bala xwe komî ser hev bike. Dema ku dinivîse ji bîr dike, gote hevok nayê bîra min. Di T2’yê de ye. Di rûyê wî de birînek derketiye. Di girtiyên jin de pirsgirêka nabzê ya zêde û lêdana dil heye."
Demîrer got ku di roja 10'emîn a grevê de rayedarên girtîgehan ji girtiyan re gotine "Pirsgirêk çi be em çareser bikin lê hûn jî dev ji grevê berdin" Demîrerê wiha domand:" Girtiyan jî daxwazên xwe rêz kirine. Li ser vê, rêveberiya girtîgehê gotine ku rewşa Girtîgeha Îmraliyê wan derbas dike. Lê ji bo daxwazên din ên têkîldarî rewşa girtîgehê jî tiştek nekirine. Hatina pirtûkan a ji derve qedexe ye. Têkîldarî nasnameyê pirsgirêkan dijîn. Aktîvîte nayên kirin"