Ji çavê girtiyan Girtîgeha Şakranê

Yek ji girtîgehên ku greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger lê didome T4 Girtîgeha Şakranê ye. Em çend notên ji rojnivîska girtiyên di greve de ne parve dikin.

Em bi rê û rêbaz û sedema girtina biryara çalakiyê, ranegihandina biryarê, ragihandina şaş a biryarê û 'îksîra hevalê Mehmet' dest pê dikin.

Em panorama du mehan a greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger diweşînin, ku mirovên di qasî ku di oxira wê de jiyana xwe feda bikin ji jiyanê hez dikin û ji bo jiyaneke bi rûmet û watedar dest bi grevê kirine, diweşînin.

Greva birçîbûnê ji bo girtiyên li zindanan, şêweyeke ragihandinê, îtiraz û nîşandana helwestê ye. Bi bedena xwe çalakiyê dikin, lê bi helwesteke mezin a siyasî, bi xweparastina însanî û exlaqî û hesasiyeta serî netewandinê, bi rengekî hevgirtî tevdigerin. Bi qasî çalakiyê, tevna berxwedanê ya çalakî rê li ber veke jî girîng e. Ji bo girtiyan girîng e ku çalakiya wan bê bihîstin, mafdarî û rewatiya wan bê dîtin û di wijdanê gelan de cih bigire.

Girtiyên destpêkê yên bi vê bîr û baweriyê ketin grevê ev in:

*Mûrat Dûran: Di sala 1978'an de li navçeya Sûr a Amedê ji dayik bû / Di sala 1997'an de hate girtin / Dema dest bi grevê kir 63 kîlo bû

*Necdet Kaya: Di sala 1984'an de li navçeya Şemrex a Mêrdînê ji dayik bû / Di sala 2008'an de hate girtin / Dema dest bi grevê kir 74 kîlo bû

*Erhan Ergûz: Di sala 1990'î de li navçeya Wêranşar a Rihayê ji dayik bû / Di sala 2010'an de hate girtin / Dema dest bi grevê kir 73 kîlo bû

* Mûstafa Akan: Di sala 1988'an de li navçeya Dêrik a Mêrdînê ji dayik bû / Di sala 2014'an de hate girtin / Dema dest bi grevê kir 67 kîlo bû

* Sînan Ekmekçî: Di sala 1992'an de li navçeya Kop a Mûşê ji dayik bû / Di sala 2010'an de hate girtin / Dema dest bi grevê kir 85 kîlo bû

* Cengîz Dogan: Di sala 1983'an de li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê ji dayik bû / Di sala 2009'an de hate girtin / Dema dest bi grevê kir 72 kîlo bû

* Eren Tekîn: Di sala 1968'an de li navçeya Kanî Reş a Çewligê ji dayik bû / Di sala 1993'an de hate girtin / Dema dest bi grevê kir 80 kîlo bû

* Kasim Ozdemîr: Di sala 1993'an de li navçeya Misric a Sêrtê ji dayik bû / Di sala 2011'an de ahte girtin / Dema dest bi grevê kir 56 kîlo bû

Girtiyên li wan dinêrin jî ev in:

* Heybetûllah Yapici: Di sala 1971'ê de li navçeya Dêrik a Mêrdînê ji dayik bû / Di sala 2008'an de hate girtin

* Mehmet Yavûz: Di sala 1969'an de li navçeya Dêrik a Mêrdîn ji dayik bû / Di sala 1994'an de hate girtin / Bi koma duyemîn re dest bi greva birçîbûnê kir.

TERCÎHA BI ZANEBÛN: 15'Ê SIBATÊ

"Em dixwazin, li dijî tarîtiya tecrîdê, bersivê bidin darikên Mazlûm û meşaleya azadiyê ya ku fedayiyên 'hûn nikarin roja me tarî bikin' bi bedena xwe vêxistin. Em dixwazin xwedî li mîrateya berxwedanê derkevin. Cewhera berxwedana me ev e. Di 15'ê Sibatê roja reş de, me bi israr xwest nîşan bidin ku yên tên ferzkirin bêkêr in û Kurd dev ji siberoja ronî bernadin.

ROJA DESTPÊKÊ YA GREVA BIRÇÎBÛNÊ

Roja destpêkê ya çalakiyê, tevî ku weke roja herî bi coş tê zanîn jî, ji ber bicihbûna li odeya nû û şuştina qewîşê heval nekarî tiştekî din bikin. Enerjiya ku bi hewldanên hevalên me yên komunê hefteyek beriya çalakiyê hate bidestxistin, di roja destpêkê ya çalakiyê de ji holê rabû.

Hevalê Heybet xwe li vê rewşê ranegirt û ev nerazîbûn nîşan da: Yaw bi vî rengî nabe! Hemû enerjiya me di roja destpêkê de ji dest çû. Gelo hûn îro jî xwarinê bixwin û sibe dest pê bike nabe?

Çalakgeran, tevî ku gelekî westiya bûn jî li ber vê rabûn û gotin, 'na, tiştekî wiha nabe'.

Heybetê reben jî got, 'temam bavo, hêrs nebin'.

Hevalan bi moraleke mezin, bi bîr û baweriya dîrokî û mezinahiya çalakiyê, bi rûkenî, coş û baweriyê dest bi maratona helandina bedena xwe kirin.

Dema ku bû êvar hevalê Mehmet heval hemû li hev civand û axaftineke tund û tehdîtkar kir: 'Me bernameya xwe ya rojane ya girtina avê vegot. Em ji destpêkê ve li hev bikin. Ev rûtîn wê neyê xerakirin, bêpîvanî wê neyê kirin. Pêşniyar an jî îtiraza kesî heye?'

Herkes li ser kursiya xwe bêdeng bû. Hevalê Mehmet her tişt kiribû qanûn û piştî ku gefên xwe xwar, gelo kê diwêrîbû pêşniyarê bike? Me bi ya wî kir...

Di 10 rojên destpêkê de tenê çend kesên li girtîgehekê û çend malbatan bi çalakiyê dizanîbûn. Ji ber vê yekê hevalan ji xwe re gotin, 'çalakgerên veşartî', 'çalakgerên qaçax'. Di roja 10. de hate ragihandin, lê kêm bû. Piştre ya di ragihandina hejmarê, ya jî di ragihandin nav û daxwazan de kêmasî çêdibûn.

LAWO EM HEMÛ KIRIN JIN

Rewşa sosret di êvara roja 13'an de, di nûçeyên saet 23:00 de rû da. Spîker digot, li T-2, 8 girtiyên jin ketine grevê. Ji ber ku saet 23:00 de bû ronahî hatibû vemirandin. Heval ji bo razên ketibûn nava nivînan. Hin hevalên ku raneketibûn û li nûçeyan guhdarî kir, ji bo bi dengekî bilind nekenin, zor didan xwe. Lê hevalê Cengîz nekarî îdare bike û got, 'Ka li van binêrin lawo, em hemû kirin jin'. Di destpêkê de Erhan, piştre jî Kasim keniyan. Kasim bi vê firsendê ji hevalê Erhan re got, 'Hevala Erhan', Erhan jî jê re got 'Bêje xwişka Kasim'. Bi vî rengî dawî li henekê wan nehat.

'HÛN BÛNE ENDAMÊN PAJK'Ê, PÎROZ BE'

Dihat zanîn, ku henek wê sibe bihatina kirin. Ji xwe welê jî bû. Ji qewîşên din not dihatin û em pîroz dikin:

'Hûn bûne endamên PAJK'ê, pîroz be'.

'Me digot qey hûn mêr in, we çawa em xapandin...'

Ji ber ku çapemeniya me pratîka 'kuştina mêr' a ku me nekarî bike ji binî ve hal kiriye, em ji wan re dibêjin zor spas.

Her wiha em spasiya pêşkêşvanê mîtînga Stenbolê dikin, ku di roja 55. de got, 'Em çalakiya greva birçîbûnê ya jinan silav dikin'.

ÎKSÎRA HEVALÊ MEHMET

Eger em di Serdema Navîn de bûna, ji ber 'îksîr' a hevalê Mehmet em ê bi pîrhebokiyê bihatina sûcdarkirin û şewitandin. Hevalê Mehmet her sibehê, bi bêhna parfuma ku ne kêmî bêhna 14. a Patrîck Suskînd, hemû heval yek bi yek pîroz dikir. Li hemberî vê yekê hevalê heybet, alternatîfek afirand. Ji ava kûlîlkan+misk+qurnefîl+lîmon a ku ji kantînê hat kirîn, ku piraniya wê av bû, parfûmeke nû çêkir. Ji xwe bikaranîna destpêkê bû ya dawiyê. Parfuma hevalê Mehmet hê jî serdest e. Li aliyê din, ji ava cuda tiştên balkêş dafirîne. Em ji vê re jî dibêjin îksîr. Dema ku heval vedixwin mîna Asterîsk diheje. Me formula wê xwest, lê neda. Me jê re got, 'ji bo zindanên din bêje, em binivîsînin'. Lê me nekarî jê bistînin. Ji me re got, 'ev sira pîşeyî ye, bila zindanên din afirîner be'. Heqê hevalê Mehmet û hevalê Heybet ê alîkarî dida wî engîzîsyon bû, lê şensê wan heye; ew serdem derbas bûye..."