Li Essenê ji bo Çûva û Erhan mewlûd hate dayîn
Kurdên li bajarê Essenê dijîn, ji bo Nêçirvan Akbal û Nûjiyan Erhan mewlûd dan.
Kurdên li bajarê Essenê dijîn, ji bo Nêçirvan Akbal û Nûjiyan Erhan mewlûd dan.
Kurdên li bajarê Essen ê Elmanyayê dijîn, ji bo Nêçirvan Akbal (Ferhat Çûva) û nûçegihan Nûjiyan Erhan ên li Şengalê hatin qetilkirin, mewlûd dan.
Mewlûdê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir û piştre malbat axivîn.
Li ser navê KOMAW'ê Ahmet Aktaş, li ser navê Yekîtiya Êzidiyan Hecî Çelîk, li ser navê Dayikên Aştiyê dayika Nazîre û li ser navê NAV-DEM'ê jî Maşallah Ozturk axivîn. Qisekeran bal kişandin ser xiyaneta li nava Kurdan û destnîşankirin, ku wê xwedî li mîrateya Akbal û Erhan derkevin.
Piştî mewlûdê sînevîzyon hate nîşandan û xwarina xêrê hate belavkirin.