Greva birçîbûnê di roja 62. de ye
Greva birçîbûnê ya 15'ê Sibatê dest pê kir, di roja 62. de ye. Bi tevlîbûna girtiyên li girtîgehên din re çalakî berfireh û dijwar bûye.
Greva birçîbûnê ya 15'ê Sibatê dest pê kir, di roja 62. de ye. Bi tevlîbûna girtiyên li girtîgehên din re çalakî berfireh û dijwar bûye.
Grevên birçîbûnê yên bêdem-bêdorveger ên li 29 girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê ji aliyê 278 mehkûman ve tê meşandin, berfireh dibin.
Greva birçîbûnê ya 15'ê Sibatê li Girtîgeha Şakranê dest pê kir, di roja 62'an de ye.
Ji bo piştgirî ji grevên birçîbûnê yên li girtîgehan re were dayîn, li gelek bajaran çalakiyên grevên birçîbûnê hatine destpêkirin.
Girtiyan ragihandin, heta ku daxwazên wan bên qebûlkirin ew ê greva birçîbûnê bidomînin. Rêveberiya Girtîgeha Şakranê jî diyar kir, ku ew ê mudaxileya tibî bike.
Daxwazên girtiyên di grevê de ne ev e:
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê rakirin. Dawî li îşkence û binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehan bê anîn.