Li bajarên ku Şaredarî hatin desteserkirin, 'NA' deng veda
Li hemû bajar û navçeyên Kurdistanê yên şaredarî hatin desteserkirin, bi rêjeyek bilind dengê NA bi ser ket.
Li hemû bajar û navçeyên Kurdistanê yên şaredarî hatin desteserkirin, bi rêjeyek bilind dengê NA bi ser ket.
Di serî de bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê, li Êlih, Agirî, Colemêrg, Şirnex, Sêrt û Dersîmê, ku qeyûm lê hatin bicihkirin, di asta rekorê de dengê 'NA' bi ser ket.
Li 10 bajar û 64 navçeyên Kurdistanê, ku şaredarî hatine desteserkirin, dengê 'NA' bi rêjeyeke bilind bi ser ket.
Li gorî encamên ne fermî, li van bajarên şaredarî hatine desteserkirin, rewş wiha ye:
*Li Amedê, ku di hilbijartinên herêmî yên sala 2014'an de bi rêjeya ji sedî 55.07 şaredarî hate qezençkirin, ji sedî 67.58 dengê 'NA' derket.
*Li Mêrdînê, ku bi rêjeya ji sedî 52.19 ê dengan şaredarî hate bidestxistin, ji sedî 59.04 dengê 'NA' derket.
*Li Wanê, ku şaredariya bajarê mezin bi rêjeya ji sedî 53.14 ê dengan bi dest ket, ji sedî 57.20 dengê 'NA' derket.
Li bajarên Şirnex, Agirî, Colemêrg, Dersîm, Sêrt û Êlihê jî, ku şaredariyên DBP'yî bi rêya qeyûm hatin desteserkirin, dengê 'NA' bi rêjeke bilind bi ser ket. Li Êliyê ji sedî 63.62, li Sêrtê ji sedî 52.07, li Şirnexê ji sedî 71.67, li Colemêrgê ji sedî 67.57, li Agiriyê ji sedî 56.82 û li Dersîmê jî di asta rekorê de ji sedî 80.42 dengê 'NA' derket.
Li Bedlîsê jî ku bi rêya qeyûm şaredarî hate desteserkirin, ji sedî 40.64 dengê 'NA' derket.
NAVÇEYÊN AMEDÊ
Li navçeyên Amedê yên qeyûm lê hatine bicihkirin; li navçeya Sûrê ji sedî 64.94, li Peyasê ji sedî 69.00, li Yenîşehîrê, ji sedî 68.16, li Farqînê ji sedî 7 8.95, li Pasûrê ji sedî 59.52, li Bismilê ji sedî 74.78, li Karazê ji sedî 78.6, li Licê ji sedî 85.72, li Pîranê ji sedî 59.51 û li Egîlê jî ji sedî 50.51 dengê 'NA' derket.
NAVÇEYÊN WANÊ
Li navçeyên Wanê yên qeyûm hatine bicihkirin; li Qelqeliyê ji sedî 78.20, li Rêya Armûşê ji sedî 55.74, li Erdîşê ji sedî 52.01, li Artemêtanê ji sedî 56.34, li Şaxê ji sedî 56.76, li Bêgirê ji sedî 57.13, li Elbakê ji sedî 81.36, li Sarayê ji sedî 71.56, li Ebexê ji sedî 66.06 dengê NA derket.
NAVÇEYÊN MÊRDÎNÊ
Li Kerboranê ji sedî 67.33 dengê NA bi ser ket. Li navçeyên qeyûm hatin bicihkirin; li Dêrikê ji sedî 73.82, li Şemrexê ji sedî 71.74, li Nisêbînê ji sedî 78.59, li Qoserê ji sedî 71.09 û li Stewrê ji sedî 49.58 dengê 'NA' derket.
LI BAJAR Û NAVÇEYÊN QEYÛM LÊ BI CIH BÛN, DENGÊ 'NA' DERKET
Li navçeya Gever a Colemêrgê ji sedî 77.02, li navçeya Çelê jî ji sedî 65.56 dengê 'NA' bi ser ket.
Li Şirnexê jî; li navçeya Cizîrê ji sedî 81.26, li Silopiyayê ji sedî 74.80, li Hezexê ji sedî 69.96, li Qilabanê ji sedî 70.66 û li Elkê jî ji sedî 64.25 dengê NA derket.
Li navçeya Dihê ya Sêrtê ku şaredariya wê hate desteserkirin ji sedî 58.74 dengê NA derket. Li navçeya Giyadîn a Agirî ji sedî 68.14, li navçeya Bazîdê jî ji sedî 76.18 dengê NA derket.
Li navçeya Qereyazî ya Erzîromê, ku bi rêya qeyûm şaredariya wê hate desteserkirin ji sedî 60.02 dengê NA bi ser ket. Li navçeya Qereçobanê ji sedî 66.02, li Tekmanê jî ji sedî 59.62 dengê NA bi ser ket. Li navçeya Tozan a Îdirê ji sedî 62.31 dengê NA bi ser ket.
Li navçeya Kop a Mûşê ji sedî 72.10, li Gimgimê ji sedî 86.10, li Milazgirtê jî ji sedî 71.54 dengê NA derket.
Li bajarê Rihayê, tevî ku li gelemperiya bajêr dengê 'erê' derket, li navçeya Pirsûsê ji sedî 50.81 û li navçeya Xelfetiyê jî ji sedî 55.40 dengê NA derket.
Li navçeya Akdenîz a Mersînê, ku yekane şaredariya DBP'ê ya li Mersînê ye, ji sedî 67.26 dengê NA bi ser ket.