'Hemwelatîbûna Tirkên gotine 'Erê' dibe ku betal bibe'

Li Belçîkayê daxwaz hat kirin ku hemwelatîbûna Tirkên dengê 'Erê' dane bê betalkirin. Li Hollandayê jî siyasetmedaran gotin, Tirkiye ber bi dîktatoriyê ve diçe.

Li Belçîkayê, ji parlamenterê Partiya Xiristiyan Demokrat a Flanan (CD-V) ku şirîkê hikumetê ye Hendrîk Bogaert xwest, hemwelatîbûna kesên piştgirî dane rejîma totalîter a li Tirkiyeyê bê betalkirin.

Bogaert got, "Nabe ev rewş bi vî rengî dewam bike. Hema di cih de hemwelatîbûna wan rakin."

Tifaqa Flaman a Nû (N-VA) ku şirîkê hikumetê ye, hema pêşniyar hatibû kirin.

'BILA DESTÛRNAMEYA MIZGEFTAN BÊ BETALKIRIN'

Wezîrê ji Penaber û Koçberiyê Berpirsyar Theo Francken ê ji N-VA, piştgiriyê dide pêşniyarê.

Frankcken, encama referandûmê di ser Twîtterê nirxand û got, "Yên li Belçîkayê deng didin partiyên çep, li Tirkiyeyê piştgiriyê didin rastgiriya tund. Ev rewş nayê fêhmkirin."

Frankcken mijara mizgeftên ser bi Diyanetê ku çend hefte beriya niha ketibû rojevê bibîr xist û got, "Li gorî encamên derketine holê, mizgeftên Diyanetê bi rengekî vekirî deng ji bo Erdogan berhev kirine. Ji ber vê yekê, divê bi rengekî cidî werin şopandin."

Li gorî hikumeta Belçîkayê, mizgeftên ser bi Diyanetê "Milê dirêj ê Enqereyê" ne. Ji ber vê yekê hikumet dixwaze destûrnameyên van mizgeftan bên betalkirin û alîkariya dewletê ya ji wan re tê dayîn bê betalkirin.

'BILA VEGERIN TIRKIYEYÊ'

Lîderê Partiya Azadiyê (PVV) a rastgiriya tund a li Hollandayê Geert Wîlders, ku li mûxalefetê ye, xwedî heman nêrînê ye: Hilbijêrên ji sedî 75 dengê 'erê' dane, divê bi rengekî komî vegerin Tirkiyeyê.

Wîlders encama referandûmê bi vê gotinê şîrove kir: "Tirkiyeyê hîn bêhtir Îslamofaşîzm û totalîterî tercîh kir."

Wîlders got, "Belê, bila niha jî bi awayekî komî vegerin Tirkiyeyê. Eger, li gel azadiya li Hollandayê hûn radibin dîktatoriya li Tirkiyeyê hildibijêrin, hingî ti karekî we li vir nîne. Oxir be ji we re."

Parlamentera Partiya Sosyalîst (SP) Saadet Karabûlût diyar kir, ku nîvê hilbijêrên li Tirkiyeyê gotine 'NA' û wiha dewam kir: "Nabe ku Erdogan li gorî vê encamê serketina xwe îlan bike. Welat, heta hestiyên xwe parçe bûye."

'BER BI DÎKTATORIYÊ VE...'

Parlamenterê Partiya Rastgir a Lîberal (VVD) ku li Hollandayê şirîkê hikumetê ye Han ten Broeke destnîşan kir, Erdogan bi serketina marjînal bûye xwedî erkên berfireh.

Parlamenterê Demokratên 66 (D66) Sjoerd Sjoerdsma jî diyar kir, bi vê encamê re Tirkiye ber bi dîktatoriyê ve diçe.