Bi eşkerekirina encamên referandûmê re gelek aliyan îtiraz kirin û îxlalên sindoqan kete rojevê. Cihê ku zêde gotûbêj lê tê kirin jî Riha ye.
Komîsyona Hilbijartinê ya Partiya Demokratîk a Gelan diyar kir ku encamên Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) dûrî rastiyê ne. Berdevkê Komîsyonê Ridvan Yavûz wiha got; "Zextên li ser erkdarên sindoqan û dûrxistina ji sindoqan ya bi darê zorê, li gel pûsûlayên bêmohr û zerfan, li gelek taxan dengên komî hene yê ku ji aliyê kesekî ve hatine danîn."
ÎXLAL HATIN EŞKEREKIRIN
Yavûz mînaka şaredariya navçeya Wêranşarê da ku qeyûm lê hatibû wezîfedarkirin wiha got; "46 hezar û 663 dengê 'Erê' û 33 hezar û 261 dengê 'NA' derket û li gelek taxên bejahiya Wêranşarê jî deng bi komî hatine bikaranîn." Yavûz zabitnameyên ku ji Desteya Hilbijartinê a navçeyê wergirtine nîşan da û wiha got; "Li Wêranşarê 96 hezar û 539 hilbijêr hene. Dengê ku hatiye dayîn 81 hezar û 359 e, dengên ku hatine qebûlkirin 79 hezar 931, dengên ku nehatine qebûlkirin jî hezar û 428 e. Dema ku em li taxên bejahiyê dinihêrin, tê dîtin ku 136 taxên bejahiyê hene. Li 60 taxan em dibînin ku dengê bi komî hatine dayîn hene. Di van sindoqan de dengê 'Erê' 13 hezar û 67, dengê 'NA' jî 58 deng in."
Yavûz diyar kir ku ji dengên hatine qebûlkirin ji 79 hezar û 931 dengan, 13 hezar û 67 deng bi komî hatine dayîn û wiha got; "Ev vê nîşan dide ku bi tanq, top, polîs, zextên li ser keyayan ji aliyê kesekî ve bi îmzeyan deng bi komî hatiye dayîn. Li van taxan dengê NA bi temamî 0, 1 - 2 de maye. Ji 600 hilbijêran hemûyan dengê 'Erê' daye. Ev rewş li hemû navçeyên Rihayê heye. Li taxên Kaniya Xelan û Harranê ev rewş zêdetir e."
Yavûz têkildarî fen û fûtên ku di referandûmê de hatine kirin jî got ku dengê 'NA' bi ser ket û wiha domand; "Di rastiyê de îradeya gel şewqa xwe neda sindoqan. Em dibînin ku gel di bin zextan de dengê xwe da. Di rastiyê de ev encam ne li gorî zanist, bîolojî û zanistên perwerdehiyê ne. Em daxwaz dikin ku Saziya Hilbijartinê bi wijdan û exlaqî tev bigere.
Li Wêranşarê 46 hezar û 669 dengê 'Erê', 33 hezar û 262 dengê Na derketiye û dengên bi komî hatine dayîn hene. Di hilbijartinên berê de jî, zêdetir ji bo HDP'ê deng hatbûn dayîn. 13 hezar dengê ‘Na’ ku ji vir derketî li ser aliyê din were hesab kirin, ji niha ve wê rewş biguhere. Ev ji nîşan dide, qeyyûmê ku li Wêranşarê hatiye peywirdarkirin, nehatiye qebûlkirin."
Yavûz herî dawî got ku li tevayî Rihayê, li hezar û 200 gundên ev rewş heye û diyar kir ku hemû zabitname hatine komkirin û ew ê îtirazî gelek sindoqan bikin.