Dengê bêmohr di sala 2014’an de hilbijartin dabû betalkirin

Di hilbijartina 2014’an de ya ku BDP bi ser ketibû, bi hinceta ku dengê bêmohr hilbijartin hatibû betal kirin.

Saziya Hilbijartinê ya Bilind duh dema ku hejmartina dengên referandûmê didomiya, dengên bêmohr jî qebûl kir. Derket holê ku di sala 2014’an de li Norşînê ya bi ser Bedlîsê Şaredariya BDP’yî bi 32 dengên zêde bi ser ketibû, lê Saziya Bilind a Hilbijartinê bi hinceta ku di sindoqekê de ‘dengê bêmohr’ derketibû, hilbijartin dabû betal kirin.


Di hilbijartina herêmî ya 30’ê Adara 2014’an de li Norşînê ya bi ser Bedlîsê BDP’ê bi 32 dengên zêde bi ser ketibû. Piştî îtîrazên AKP’ê biryar hatibû dayîn ku hilbijartin werin nûkirin. Hincet jî dengên bêmohr bû.


Li Norşînê hilbijartina ku Mehmet Emîn Ozkan ê ku ji BDP’ê namzet bû bi ser ketibû, dûre hatibû betal kirin. Lijneya Hilbijartina Bajêr a Bedlîsê piştî îtîrazên caran 4’an diyar kiribû ku  di sindoqekê de di zerfê de dengê bêmohr hatiye dayîn û biryar dabû ku hilbijartin were betal kirin û di 1’ê Hezîrana 2014’an de were kirin.

ÎTÎRAZA AKP’Ê YA ‘DENGÊN BÊMOHR’ HATE QEBÛL KIRIN


Mehmet Emîn Ozkan ê BDP’yî ji 44 sindoqan 4522 deng stendibû û bi 32 deng ji Huseyîn Kûtlû yê AKP’yî zêde stendibû. Lê AKP îtîrazî encaman kir û xwest ku deng ji nû ve werin hejmartin. Piştî hejmartina cara 4’an encamên hilbijartinê neguherîbû û hatibû diyar kirin ku di sindoqekê de dengekî bêmohr hatiye dayîn, Lijneya Hilbijartina Bajêr îtîrazên AKP’ê qebûl kiribû û hilbijartin dabû betalkirin.


Di hilbijartina 1’ê Hezîranê ya 2014’an de jî BDP bi ser ketibû.


Lê heman Saziya Bilind a Hilbijartinê di 16’ê Nîsanê de hemû dengên bêmohr qebûl kir.