'Em encama referandûmê nas nakin'
Platforma NA ya li Ewropayê, der barê encama referandûma duh de daxuyaniyek da û got, "Em encama referandûmê, ku bi hîleyê hate kirin nas nakin."
Platforma NA ya li Ewropayê, der barê encama referandûma duh de daxuyaniyek da û got, "Em encama referandûmê, ku bi hîleyê hate kirin nas nakin."
Platforma NA ya li Ewropayê daxuyaniyeke nivîskî weşand û bibîr xist, ku hê Desteya Hilbijartinê ya Bilind encam eşkere nekir, desthilatdariya AKP'ê axaftina li şaneşînê kir û bi vî awayî zext li saziyên karmendan kir.
Platformê ragihand, Desteya Hilbijartinê ya Bilind jî piştre encama referandûmê bi rengekî berevajî eşkere kiriye.
Platformê diyar kir, bendewariya desthilatdariyê bidestxistina ji sedî 60 ê dengê 'erê' bû, lê bi dek û dolaban ancax karî ji sedî 51.63'an eşkere bike û wiha dewam kir: "Li hemû bajaran dengê NA bi ser ketiye. Meşrûiyeta desthilatdariya Recep Tayyîp Erodgan a faşîst, bi giranî winda bûye. Mûxalefet bûye xwedî cesaretekê ku karibe ruhê Gezî ji nû ve zindî bike. Li Kurdistanê, rojavayê Anatoliyê û Marmarayê, hema bêjin li hemû bajaran zêdeyî ji sedî 60'î dengê NA hatiye dayîn.
Ev referandûm ji aliyê pêvajoya propagandayê ve jî nayê qebûlkirin. Ji ber ku di nava şert û mercên Rewşa Awarte de hate kirin, dewletê hemû derfetên xwe ji bo dengê 'erê' seferber kir, zexteke giran li mûxalefetê kir û hemû qenalên fermî û taybet ji bo dengê 'erê' xebitîn. Cihêrengî, coş û dînamîkbûyîna dengê NA, coş da me hemûyan. Tevî hemû zext, şîdet û girtinê jî kampanyayên NA bi rengekî serketî hate meşandin. Di encamê de dengê NA bi ser ketiye. Ti daxwazeke me ji desthilatdariyê nîne. Em ê bi lîsteyan eşkere bikin bê serî li kîjan sextekariyan daye. Ew neçar in bersiva şerma xwe bidin raya giştî ya demokratîk. Em bang li hemû rêxistinên civaka sivîl û raya giştî dikin ku encama referandûmê nas nekin û lê bipirsin.
Em careke din dibêjin; encama referandûmê gumanbar e, ne ya qebûlkirinê ye! Yên ku bi ser ketine, hêzên demokrasiyê ne. Bloka faşîzmê têk çûye."