BI DÎMEN

Li Dusseldorf, Edînbûrgh û Parîsê çalakî

Çalakiyên li Ewrûpayê yên ji bo balbirina ser berxwedana li girtîgehên Tirkiyeyê didomin. Li Dusseldorf, Edînbûrgh û Parîsê îro jî çalakî hebûn.

DUSSELDORF

 

 

 


Ji bo piştgiriya berxwedana li zindanan li bajarê Dusseldorfê yê Elmanyayê greva birçîbûnê hatibû destpêkirin û koma Essenê îro çalakî dewr girt.
Çalakiya li pêşiya Parlamentoya Dusseldorfê di roja 6’an de didome. Koma Essenê greva birçîbûnê dewr girt û bang li raya giştî kir ku bila li hemberî berxwedanê bêdeng nemînin.

EDÎNBÛRGH
Kurdistaniyên li pêşiya Parlamentoya Edînbûrghê ya Îskoçyayê hatin gel hev bal birin ser berxwedana li girtîgehên Tirkiyeyê û tecrîda li ser Abdullah Ocalan protesto kirin.
Çalakiyê nêzî 2 saetan dom kir û di çalakiyê de sloganên “Qatîl Erdogan”, “Tecrîdê bi dawî bike” û “Em ê teqez bi ser bikevin” hatin berzkirin.


PARÎS

 

 


Ji bo balbirina ser grevên birçîbûnê yên di girtîgehê de ketine roja 63’emîn çalakiya piştgiriyê hate li dar xistin.
Endamên meclîsa TEV-ÇAND’ê yên Parîsê li pêşiya dêra Notre-Dameyê pankarta “Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 63’emîn de ye” û dovîzên “Dem dibore, bêdeng nemîne” hildan û slogana “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin.
Endamên TEV-ÇAND’ê ji bo balê bibin ser greva birçîbûnê, belavok belav kirin.
Bi daliqandina pankarta ji bo balbirina ser rewşa girtiyan a li ser pira Çemê Renê çalakî bi dawî bû.