Nehiştin ku Vîllûmsen biçe serdana girtiyên di greva birçîbûnê de ne

Daxwaza hevdîtina bi girtiyên li Girtîgeha Şakranê yên ku di greva birçîbûnê de ne, ya parlementerê ji Danîmarkayê Nîkolaj Vîllûmsen ji aliyê rêveberiya girtîgehê nehat qebûl kirin.

Parlementerê Partiya Enhedslistenê yê Danîmarkayê Nîkolaj Vîllûmsen ji bo çavdêriya referandûmê hatibû Tirkiyeyê, xwest ku biçe serdana girtiyên li Girtîgeha Şakranê di greva birçîbûnê de ne lê vê daxwaza wî ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve nehate qebûl kirin.

Nîkolaj Vîllûmsen ji bo çavdêriya dengdayîna li Girtîgeha Şakranê hatibû peywirdarkirin lê destûr nedan ku Nîkolaj hevdîtinê bi girtiyên siyasî bike yên ku ev 61 roj in di greva birçîbûnê de ne.
Vîllûmsen têkildarî mijarê daxuyanî da rojnameya li ser înternetê ya bi navê Nûdem.dk’yê û diyar kir ku gerînendeyê girtîgehê daxwaza wî û hevpîşeya wî ya Norwecî ya ku dixwestin hevdîtinê bi girtiyan re bikin, bi tundî red kiriye.
Vîllûmsen diyar kir ku di heman girtîgehê de çavdêriya dengdayîna li 6 qawîşên cihê kiriye û rêveberiya girtîgehê li ser kêfa xwe hin tişt kiriye û ji kontrola ewlehiyê ya zêde derbas bûne. Vîllûmsen diyar kir, ligel ku gerînendeyê girtîgehê li ba me jî bû, her ku em derbasî qawîşeke din dibûn em ji nû ve saxtî dikirin. Vîllûmsen diyar kir ku, di her kontrolê de siyasetmedara jin a Norwecî ya li ba wî ji berbiska wê heta cilên wê yên binî dihat kontrol kirin.
Vîllûmsen diyar kir ku li girtîgehê nêzî 6000 hezar girtî hene û ji nîvê wan zêdetir piştî Derbeya 15’ê Tîrmehê hatine girtin.
Vîllûmsen ragihand ku piraniya girtiyan karmendê kevn ê dewletê, sendîkavan, akademîsyen, çepgir û HDP’yî bûn û axaftina wan a bi girtiyan re dihat astengkirin.
Vîllûmsen diyar kir ku, dixwest bi girtiyên di greva birçîbûnê de jî hevdîtinekê bike û nêrînên bi minnetdar ên girtiyên ku bûn şahidên vê axaftinê wê tu carî ji bîr neke.