ROJANE
Hemû Nûçe
-
‘Divê em Tirkiyeya ku Denizan xeyala wê kirin ava bikin’
Alkan diyar kir di savlgera 45’an a darvekirina Denizan de têkoşîna şoreşgerî didome û got, ‘’Divê em Tirkiyeya demokratîk ku Denizan xeyala wê kirin ava bikin’’. -
‘Malbata Barzaniyan dest li ser erd Asûrî-Sûryaniyan datîne’
Hate gotin xizmên Barzanî dest li ser erdên Asûrî-Sûryanî û Êzîdiyan danîne. -
‘Têkoşîna me ya li dijî Eûtelsatê wê bidome’
Di çalakiya kon a li Kolnê hate lidarxistin de, nerazîbûn li dijî Eûtelsatê hate nîşandan. -
Li Torîno û Bîelefeldê ji bo televîzyonên Kurdî çalakî
Biryara Eûtelsatê ya di derbarê qûtkirina weşanên televîzyonên Kurdî de hate protestokirin. -
Şervanên BOG'ê li Enqereyê hatin bibîranîn
Li Enqereyê ji bo 4 şervanên Hêzên Azadiyê ya Yekbûyî (BOG) ên ku di şerê li herêma Dar Azza ya Sûriyeyê de ku bi çeteyên DAIŞ’ê re qewimî, jiyana xwe ji dest dabûn, merasîma bîranînê hat lidarxistin. -
Li Bîelê biryara Eûtelsatê hat protestokirin
Li bajarê Swîsre Bîelê, dewleta Tirk û Kargeha Ûydûyê ya Fransa Eûtelsat ku dixwazin weşana televziyonên Kurdî betal bikin, bi mîtîngekê hat protestokirin. -
Li North Westê Meclîsa Gelê Kurd a Demokratîk hate avakirin
Bi beşdarbûna gelek kesan ve kongreya Meclîsa Gelê Kurd a Demokratîk a North West a ku bajarên mîna Nerseysîde-Lîverpool, Mancherster, North Wales û Chershîre digire nava xwe, hate lidarxistin. -
Li Dersdenê Eûtelsat hate protestokirin
Li dijî biryara tarîkirina weşanên Stêrk Tv, News Channel û Ronahî TV ya ji aliyê Eûtelsatê ve li Dresden a Elmanyayê nerazîbûn hate nîşandan. -
DÎTÎB hêjayî xelata ‘Sîxûrê Salê’ hate dîtin
DÎTÎB a ji bo rejîma Erdogan li Elmanyayê têkildarî kesên diçin serdana mele, endam û mizgeftan agahiyan kom dikin hêjayî xelata ‘Sîxûriyê ya salê’ hate dîtin. -
Polîs hemû agahiyên Esenyurtiyan kom dike!
Midûryeta Emniyeta Esenyûrtê, ji rêveberên apartman û avahiyan daxwaz kir ku agahiyên kesên di avahiyên kirê de û xwediyê malan daxwaz kir. -
Elmanya: Ji bo darvekirinê em rê nadin sindoq bê danîn
Hikûmeta Elmanyayê, ji bo daxwaza Serokkomarê Tirk Recep Tayyip Erdogan a darvekirinê bixe referandûmê, wê rê nede ku li welatê wan sindoqan danin. -
Wallstorm: Piştgiriya me wê ji bo mûxalifên li Tirkiyeyê re zêdetir bibe
Wezîra Karê Derve yê Swêdê Margot Wallstorm ragihand ku Swêd ji bo li Tirkiyeyê mafê mirovan û prensîbên dewleta hiqûqê bê bihêzkirin wê piştgiriya ji bo mûxalîfan bidomînin û zêdetir piştgiriyê bike. -
Gerîla avêtin ser girê leşkerên Tirk lê bûn: 13 mirî
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê encama çalakiya gerîla ya li girê Koordîne yê li Çelê eşkere kir. -
Demîrtaş: Dibe ku lihevkirinên nû pêk werin
Demîrtaş ji girtîgehê peyamek şand û got, "Bila her kes baş zanibe, di nava hevpariya demokrasiyê de dibe ku di demên pêş de tifaqên nû pêk werin." -
Li Kurdistanê rojane 87 caran mafên mirovan tên binpêkirin
Şaxê ÎHD'ê yê Amedê ragihand, li Kurdistanê di nava 3 mehan de 7 hezar 907 caran mafên mirovan hatiye binpêkirin. Ji ber şer, di nava 3 mehan de 90 kesî jiyana xwe ji dest dane, ku 3 jê pitik in. -
Li Şehbayê 8 çeteyên Tirk hatin kuştin
Di navbera çeteyên artêşa Tirk a dagiker ku êrîşî Şehbayê kirin û şervanên Ceyş El Siwar de şer derket. -
Çar siyasetmedarên ku di KCD'ê de dixebitîn hatin berdan
Seydî Alî Firat, Halîs Bîlen, Edîp Yaşar û Cafer Kan ku di nava KCD’ê de dixebitîn û hatibûn girtin, hatin berdan. -
Li Parîs û Hannoverê çalakiyên protestoyî
Hewldanên girtina qenalên televîzyonên Kurd li Parîsê û Qirkirina Dersîmê jî li Hannoverê hatin şermezarkirin. -
Êrîşên li girtiyan û Qirkirina Dersîmê hatin şermezarkirin
Binpêkirina mafên girtiyên siyasî yên li Tîpa T a Wanê û girtîgehên din û Qirkirina Dersîmê ji aliyê DBP'ê ve bi daxuyaniyeke çapemeniyê hate şermezarkirin. -
Li Kolnê bîranîna qurbaniyên Qirkirina Dersîmê
Qurbaniyên Qirkirina Dersîmê li bajarê Kolnê hatin bîranîn. Di bîranînê de hat ragihandin, zîhniyeta qetlîamker hê dewam dike û hat xwestin, qirkirin bê naskirin û Tirkiye were darizandin. -
Dewleta Tirk a di çiravê de asê maye, li ber deriyan digere
Şandeya ku temsîla dewleta Tirk dike berê xwe da DYE’yê. -
Boltan: Em xizmetê ji televizyonên Kurd re bikin
Berdevkê Insîyatîva Rojnamevanên Azd Boltan li dijî hewldana girtina televizyonên Kurd ên ji hêla Eutelsatê ve, bi daxwaza AKP’ê helwest nîşan da û got, ‘’Bi xizmetkirina ji van qenalan re ku dixwazin bigirin, divê em bersivê bidin ên ku vê êrîşê dikin’’ -
News Channelê li dijî 'sekinandina weşanê' bang kir
News Channelê, bang li her kesî kir ku bersivê bidin êrîşên li dijî medya Kurd. -
Elmanya ku ala PYD'ê qedexe kir, mîlyonek Euro da ENKS'ê
Elmanya, ku hilgirtina alên PYD û YPG'ê qedexe kir, derket holê ku heta niha mîlyonek Euro alîkariya pere daye ENKS'ê. -
Koç: Li dijî Eûtelsatê bila her kes dakeve qadan
Kurdên li Ewropayê, li dijî biryara Eûtelsastê li ser piyan e. Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç bang li her kesî kir, ku bi vê armancê çalakiyan lidar bixin.