‘Têkoşîna me ya li dijî Eûtelsatê wê bidome’
Di çalakiya kon a li Kolnê hate lidarxistin de, nerazîbûn li dijî Eûtelsatê hate nîşandan.
Di çalakiya kon a li Kolnê hate lidarxistin de, nerazîbûn li dijî Eûtelsatê hate nîşandan.
Kurdistaniyên ku bi armaca protestokirina hewldana kargeha Eûtelsatê ya li hember televîzyonên Kurdî li bajarê Koln ê Elmanyayê di çalakiya konê de, nerazîbûn nîşanî biryarê da, diyar kirin ku wê têkoşîna xwe ya bi maf bidomînin.
Nerazîbûnên li dijî biryara Kargeha Ûydûyê ya Eûtelsat a Fransayê ya li dijî qûtkirina Stêrk TV, News Channel û Ronahî TV a li ser Ewropayê weşandê dikin her ku diçe zêdetir dibe.
Kampanyaya li dijî Eûtelsatê ya di çalakiya kon ku ji aliyê Kongreya Civaka Kurdistaniyên Demokratîk a Ewropayê (KCDK-E) bi çalakiyên cuda cuda didome. Kurdistaniyên ku ev nêzî hefteyekê ye li dijî biryara Eûtelsatê li bajrê Koln ê Elmanyayê di nav çalakiyê de ne, li pêşiya Dêra Dom kon vedan, nerazîbûnên xwe anîn ziman. Beşdarvanên ku başdarî çalakiya kon a ku wê heta 13’ê Gulanê bidome, diyar kirin ku ev ev biryara girtina televîzyonên Kurdî ya ji aliyê Eûtelsatê ya li ser daxwaza dewleta Tirk pêkanînekî dij demokrasiyê ye. Kurdistaniyan di çalakiyê de nerazîbûnên xwe ji ANF’ê re anîn ziman. Çalakvanan bang li hemû beşên demokratîk kirin ku li dijî biryarê dengê xwe bilind bikin.