ROJANE
Hemû Nûçe
-
Serokê Diyaneta Tirkiyeyê bi fînanserê DAIŞ’ê re civiya!
Serokê Karê Diyanetê yê Tirkiyeyê Gormez, bi kesê navê wî di lîsteya ‘Fînansiyên DAIŞ’ê’ de ye re civiya! -
Şahidê nepen: Ligel Atîlla Ûgûr me 3 kes înfaz kir
Di doza JÎTEM’ê ya Qoserê de şahidê nepen axivî got ku Hasan Atîlla Ûgûr ê ku fermandarê Jendirmeyan ê wê demê bû, di têketina navçeyê de 3 kes qetil kir. -
Fêlê medya Tirk: Di rêzefîlm de lîstikvan, di nûçeyê de îtirafkar
Televîzyona A Haber ku xwediyê wê AKP ye, maskeyek xist serê lîstikvanekî rêzefîlmekî xwe û weke 'Îtirafkarê PKK-YPG'ê da axaftin! -
Serçeteyekî DAIŞ'ê û sê alîkarên wî li Mûsilê hatin kuştin
Di operasyona rizgarkirina Mûsilê de, serçeteyek û sê alîkarên wî hatin kuştin. -
Wekîlên HDP'yî li ber DDB bûn: Nebe hevparê vî sûcî!
Parlamenter û rêveberên HDP'ê li ber Dadgeha Destûra Bingehîn (DDB) li he civiyan û ev bang li dadgehê kirin: "Vîna gel hate desteserkirin. Nebe hevparê vî sûcî." -
Biryara hilweşandina Sûrê di sala 2011'an de hate dayîn
Erdogan, di 1'ê Hezîrana 2011'an de li Stenbolê eşkere kir ku wê Sûr bê hilweşandin. -
7 endamên HDP'ê hatin binçavkirin
Li Çelê, di serdegirtina malan de 7 endamên HDP'ê hatin binçavkirin ku Hevseroka HDP'ê ya Navçeyê Halîme Şîmşek jî di nav de ye. -
Onder: Xeta me wê meşa bi pîvan be
Parlamenterê HDP'ê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder, deklarasyona aştiyê ya partiya xwe ku tê payîn di kongreya 20'ê Gulanê de ji raya giştî re bê eşkerekirin, ji ANF'ê re nirxand. -
Ji bo azadiya Meşale Tolû li Brukselê çalakî hate lidarxistin
Ji bo azadiya wergêra ETHA'yê û endama SKB-Elmanyayê Meşale Tolû, ku beriya 1'ê Gulanê hate binçavkirin û piştre hate girtin, li Brukselê çalakiyek hate lidarxistin. -
Li 2 taxên Tebqayê şerên dijwar diqewimin
Li Taxên Tanî û Salis ên Tebqayê şerên diwar diqewimin. Di şer de yek jê serçete, 4 çete hatin kuştin. -
Trûmp alîkariya çekan a ji bo QSD’ê erê kir
Serokê DYA’yê Donald Trûmp, plana têkildarî alîkariya çekan a ji bo Hêzên Sûryeya Demokratîk (QSD) erê kir û diyar kir ku yekane hêza ku Reqayê azad bike QSD ye. -
Li Serêkaniyê 2 tûgay hatin avakirin
Li gundê Aliya yê girêdayî Serêkaniyê, 2 tûgayên leşkerî yên YPG/YPJ′ê hatin avakirin. -
Doza PKK’ê ya li Belçîkayê taloqî meha Hezîranê bû
Di rûniştina vê Sêşemê ya doza PKK’ê ya li Belçîkayê biryar hat dayîn ku doz taloqî meha Hezîranê bibe. -
Muslim qala hevdîtina xwe ya bi Hollande re kir
Hevserokê PYD’ê Salih Muslim ji ANF’ê re qala hevdîtina xwe ya bi Serokkomarê Fransayê Françoîs Hollande re kir. -
Salih Muslim bi Serokkomarê Fransayê re civiya
Serokkomarê Fransa Françoîs Hollend li Qesera Elyseeyê Hevserokê PYD’ê Salîh Muslîm qebûl kir. -
Li Romayê Eûtelsat hate protestokirin
Biryara Eûtelsatê ya girtina televîzyonên Kurdî, li paytext Roma ya Îtalyayê hate protestokirin. -
Ji NAV-DEM’ê ji bo televîzyonan banga çalakiyan
NAV-DEM’ê ji bo televîzyonan dîroka çalakiyên ku lidar bixin, eşkere kir û banga beşdariya xurt kir. -
Li Parîsê Eûtelsat tê protestokirin
Li paytexta Fransayê Parîsê têkildarî televîzyonên Kurd ên ku AKP û Eûtelsat dixwazin wan bigirin, daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn. -
ANF tevî Spanyolî êdî bi 6 zimanan weşanê dike
Ajansa Nûçeyan a Firatê, bi navê xwe yê kurt ANF di Cotmeha 2005’an de dest bi weşanê kir. ANF a li bajarê Amsterdamê êdî wê bi 6 zimanan weşanê bike. -
Yuksekdag SEGBÎS red kir
Yuksekdag ji rûniştina doza ku dihat darizandin, tevlîbûna bi rêya SEGBÎS'ê red kir. -
Eûtelsat li Osloyê hat protestokirin
Biryara girtina televziyonên Kurdî ya ji aliyê Eûtelsat ku saziyekî Ewropayê ye, li paytexta Norwecê li Osloyê li pêş avahiya sefaretxaneya Fransayê ji aliyê xebatkarên Stêrk Tv û gel ve hat protestokirin. -
Baydemîr: PYD ne tehdît e, firsendeke girîng e!
Berdevkê HDP’ê Baydemîr zarokên Kurd bibîr anî yên ku li Silopiyê polîsan ew qetil kiribûn û ji Erdogan pirsî “Hûn çima qiyametê ranakin, hûn çima ji bo wan nagirîn. Gelo ji ber ku Kurd in?”. -
Li Brukselê rûniştina doza PKK'ê pêk tê
Rûniştina doza li dijî 36 siyasetmedarên Kurd hate vekirin, îro li paytexta Belçîka Brukselê pêk tê. Kurdistanî û siyasetmedarên wan jî li derveyî avahiya dadgehê bi armanca pişgirîdayinê daxuyaniyek dan çapemeniyê. -
Li Derya Spî herî kêm 200 koçber winda ne
Hat ragihandin, di dawiya vê hefteyê de li nêzî peravên Lîbyayê keştiyeke koçber noqî binê avê bûye û ji ber vê yekê jî herî kêm 200 kes winda ne. -
Li Îranê karesata li madenê: Hejmara miriyan bû 43
Li madeneke li bakurê Îranê, hejmara mirovên di karesata 3'ê Gulanê de jiyana xwe ji dest dan giştî 43 kesan.