Li Bîelê biryara Eûtelsatê hat protestokirin

Li bajarê Swîsre Bîelê, dewleta Tirk û Kargeha Ûydûyê ya Fransa Eûtelsat ku dixwazin weşana televziyonên Kurdî betal bikin, bi mîtîngekê hat protestokirin.

Bi bangên Navendên Civaka Kurd a Demokratîk îro, Kurdistanî û dostên wan ên ku ji Kantonên Bern û Frîboûrgê hatîn, li pêş navenda trenê ya Bîelê mîtîngek lidarxistin.

Mîtînga ku Ciwanên Azad ên Bîelê jî piştgirî dayî, bi deqeyekê rêzgirtin ji bo şehîdên şoreşê destpê kir.

Di mîtîngê de belavokên ku bi zimanê Elmanî hatî nivîsandin hatin belavkirin û bê navber belovokên ku li ser nivîsandî dixwazin weşanên kenalên Stêrk Tv, Ronahî Tv û News Channel bigrin ên bi zimanê Elmanî hatibûn amadekirin hatin xwendin.

Çalakî piştî çalakiya rûnîştinê û dirûşmeyan bi dawî bû.