News Channelê li dijî 'sekinandina weşanê' bang kir

News Channelê, bang li her kesî kir ku bersivê bidin êrîşên li dijî medya Kurd.

News Channelê, li ser daxwaz û hewldana Eûtelsatê ya ji bo sekinandina weşana televîzyonên Kurd, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Şîrketa peykê ya Ewropayê Eûtelsat, careke din serî li ber fermanên rejîma Tirk a zordar tewand û dixwaze weşana televîzyonên Kurd bisekinîn. Koma Fransayê ya navborî bi vê helwesta xwe re, di nava raya giştî de xwe xist nava dijminên azadiya çapemenî û îfadeyê."

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, ku Eûtelsatê roja 14'ê Nîsanê fermana sekinandina weşana News Channel, Stêrk TV û Ronahî TV daye şîrketa belavker û hat gotin, "Ji van televîzyona yekemîn bi zimanê Tirkî bernameyan pêşkêş dike. Ya duyemîn bi gelek zaravayên Kurdî weşanê dike. Ronahî TV jî bi zimanên Kurdî, Erebî û Fransî bernameyan ji bo Kurdên li Rojava çêdike. Lîsansa Stêrk TV li Norwêcê, ya News Channelê li Îtalya, ya Ronahî TV jî li Swêdê ye.

Ev biryara Eûtelsatê, ku biryareke ne ya qebûlkirinê ye, di demekê de hatiye dayîn, ku li Tirkiyeyê azadiya çapemeniyê ji her demê bêhtir hesas e."

Di dewama daxuyaniyê de zext û zordariya li ser çapemeniyê ya li Tirkiyeyê hate bibîrxistin û hate gotin, "Di demekê de ku her kes ji vê rejîmê nerazî ye, helwesta Eûtelsatê ya li dijî azadiya nêrîn û mafê agahîgirtinê, cihê fikaran e. Ev helwest, beriya her tiştî şirîkatiya sûcekî nayê qebûlkirin e, ku divê bi tundî were şermezarkirin.

Her wiha hat destnîşankirin, ku ev helwest ne tenê gefê li medya Kurd dixwe, di heman demê de gefek li dijî demokrasiya Ewropayê û nirxên ku Yekîtiya Ewropa li ser ava bûye.

Di dawiya daxuyaniyê de ev bang hate kirin: "Em, êrîşên li dijî azadiya çapemeniyê, bi taybetî li dijî medya Kurd bi tundî şermezar dikin. Em bang li organên weşan-çapemeniyê yên navneteweyî, rêxistinên parêzvanên azadiya çapemeniyê û hikumetan dikin ku li dijî vê êrîşa xetere ya li ser medya Kurd derkevin."